Êrîşên Tirk ziyanê dide kampan

Çarşem 17 Nîsan 2024 - 00:35

ENES MIHEMED / ANHA / REQA

Zêdetirî 25 hezar malbatên ji deverên Sûriyeyê koçber bûne di rewşên zehmet de li 111 kampên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin. Piştî ku WHO`yê biryara rawestandina pêşkêşkirina alîkariyan ji bo kampan da, rewşa koçber û penaberan xerabtir bû. Her wiha êrîşên Tirk jî ziyanê didin kampan.

Hemwextî rawestandina alîkariyan, pêdiviyên koçber û penaberan bi stragehên guncew, binesaziya tenduristiyê, ava vexwarinê ya paqij û perwerdeyê zêde bû.

Alîkariyên ku rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşkêşî kampên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, têrê nakin. Alîkarî digihêje hin kampa lê belê hin kampên din bê alîkarî dimînin.

Rêveberiya Xweser jî li gorî derfetên xwe alîkarî ji koçber û penabaran re pêşkêş dike. Lê belê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û hedefgirtina binesaziya wê, stasyonên avê, kehrebeyê û gazê barên Rêveberiya Xweser girantir kir, aloziya koçberan jî girêktir kir.

111 kamp hene

Li kantona Minbicê 41 kamp hene. Ji wan 2 birêxistinkirî û 39 bêserûber in. Di kampan de 2 hezar û 584 malbat hene piraniya wan ji herêmên hikumeta Şamê ne wek rojhilatê Helebê, Sifîrê, Bab, Dêrhafir û Meskenê yê Himsê.

Li kantona Tebqayê 11 kamp hene. Ji wan 2 birêxistinkirî û 9 bêserûber in. Tê de 4 hezar û 136 malbat hene.

Li kantona Dêrazorê 9 kampên bêserûber û 2 yên birêxistinkirî hene. Tê de 6 hezar û 77 malbat dimînin.

Li kantona Reqayê jî 50 kampên bêserûber hene. Tê de 13 hezar malbat bi cih bûne. Rewşa wan jî xirab e. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê ji bo peydakirina çareseriyan di nava hewldanan de ye.

Rewşa kapman xirab e

Der barê rewşa kampan û rêbazên vegerandina koçberan li warên xwede  piştî misogerkirina mafên wan, Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şêxmûs Ehmed got: "Hemwextî paşguhkirina NY'ê, rewşa kampên li herêmê zehmet e. WHO û Rêxistina Tenduristiyê ya NY bi awayekî fermî ragihand ku ew ê êdî alîkariya tenduristiyê ji bo kampan kêm bikin."

Êrîşên Tirk rewş girantir kir

Ehmed wiha domand: "Topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya herêmê û rûxandina stasyonên kehrebe, av, gaz û petrolê bi awayekî neyînî bandor li pêşkêşkirina alîkariyan kir û aloziya li wan kampan girêktir kir nemaze bi hatina havînê re."

Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide li gor pîvanên mirovahiyê vegereke ewle û birûmet ji bo hemû koçberên ku bi darê zorê yan ji ber şer hatine koçberkirin, misoger bike.

Mîsogerkirina vegera koçberan

Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Li gorî wê jî Rêveberiya Xweser bi koordîneya rêxistinên mirovî û hiqûqî hewl dide vegera koçberan li warên xwe miosger bike. Em wan koçberan ji kampan û hewl didin wan tev li civakê bikin ji bo ku bi xwe debara xwe bikin û bikarên li derveyî kampan bijîn."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.