Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropaye YE’yê bi çalakiyekê hat rûreşkirin. Di çalakiyê de girseya gel bê navber dirûşmeyên “Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” û “Rojava ne bi tenê ye” berz kirin.

Di çalakiyê de siyasetmedar Mehmet Çapkin axivî û xwest tavilê êrişên li ser Rojava bên rawestandin. Çapkin anî ziman ku divê Ewropa erka dikeve li ser milê xwe pêk bîne.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Qatil Erdogan” bi dawî bû.

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê Kurd û dostên xwe ku bi banga Kongra Star û Meclîsa Jinê ya Rozerînê hatin ba hev, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava protesto kirin.

Pankartên “Dawî Li Dagirkeriya Dewleta Tirk a Li Ser Rojava Bînin”, “Kurdistanê Biparêze” û “Bila Qada hewayî ya Rojava bê girtin” hatin hilgirtin, bi dirûşmeyan nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan.

Li ser navê Kongra Star axaftina hat kirin û wiha hate gotin: “Cîhan li dijî êrişên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê rabû ser lingan. Bi rojan çapemenî û medya behsa komkujiyên sivîlan kir. Bi heman awayî balafirên bêmirov ên Tirk li Rojava jin, extiyar û zarok jî di nav de sivîlan qetil dike. Herêmên sivîlan, nexweşxane û qadên kar tên bombekirin. Li dijî hemû kesên ku ji bo zarokên li Kurdistanê hatine qetilkirin heman hesasiyetê nîşan nadin. Em ê ji bo Rojava li qadan bin û bibin dengê Rojava û gerîla." Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN