Doh berê sibehê dewleta Tirk a dagirker li Amedê avêt ser gelek malan û herî kêm 8 kes kirin nezaretê. Hat zanîn ku derbarê 30 kesan de biryar hatiye dayîn ku bên girtin.
Polêsan dewleta Tirk, beriya serdana îro ya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a Amedê, doh serê sibê bi ser gelek malan de girt. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di serdegirtinan de stranbêj Sarya Ertaş, Zîlan Dag, Berdan Çelîk, Mazlûm Kardaş, Davût Çavûş, Bedrî Çîftkûran, Fermandar Kardeş û Ferît Bademkiran hatin girtin. Polêsan 8 kes kirin nezaretê bi hinceta giliyê wan hatiye kirin. Kesên di nezaretê de li Miduriyeta Polêsan a dagirkeran a li Amedê tên ragirtin.
Hate ragihandin ku bi giştî derbarê 30 kesan de biryara kirina nezaretê heye.
AMED