Êrişên li dijî hevgirtina civakê ye
Sêşem 19 Tebax 2025 - 03:20
Şêniyên bajarê Cilaxa yê kantona Cizîrê êrişên medyayî yên ku ji hêla hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker ve li dijî QSD`ê têne kirin, şermezar kirin û dan zanîn ku armanca van êrişan têkibirina aramiya herêmê û yekitiya pêkhateyan e. Mîlad El Akûb da zanîn ku civakên herêmê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve xeta sêyemîn hilbijartine ku xwe naspêre aliyên derve û hevgirtina civakî diparêze. El Akûb kampanyayên reşkirinê yên li dijî QSD`ê şermezar kirin û diyar kir ku ev kampanyayên ku ji hêla hin aliyên herêmî ve têne birêvebirin, dê biryardariya gel têk nebin û got:"Gel êdî ji komployan hişyar e û rola girîng a QSD’ê baş dinirxîne. "
Îman Şemo got, QSD2ê ku ji bo parastina pêkhateyên herêmê û nasnameya wan hatiye avakirin ji Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Xiristiyan pêk tê û got:"QSD hêza sereke ya parastina yekitî û hevgirtina civakan e. Bêyî QSD’ê çandên herêmê dê li ber tunebûnê herin." Îman diyar kir ku aramiya heyî ya herêmê nîşaneke aşkera ya serkeftina QSD`ê ye û got, ew ji pêkhateyên civaka herêmî nayê veqetandin.
Elî Abdullah jî destnîşan kir ku QSD’ê di parastina yekitiya Sûriyeyê, hem axa wê û hem jî gelê wê de bi ser ketiye, ew hêzeke rêxistinkirî ye ku dikare ewlehî û aştiyê pêk bîne.
Elî Abdullah da zanîn ku di pêvajoya 14 salên şoreşê de hemû hewldan û kampanyayên reşkirinê têk çûne û wê dîsa jî têk biçin. Her wiha diyar kir ku êrişên li ser QSD`ê êrişên li ser yekitî û hevgirtina civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.
ANHA