Êrişên dewleta Tirk rûreş kirin

Şemî 9 Adar 2024 - 00:29

Ji bo rûreşkirin êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li Binarê Qendîlê meşeke girseyî hate lidarxistin. Meş ji gundê Maredû destpê kir heta goristana Şehîd Gulan û Şehîd Simko dewam kir. Li vir li ser navê Meclîsa Gel a Binarê Qendîl Hemed Emîn Xidir axivî û got:“Dagirker dixwazin her çar parçeyên Kurdistanê têk bibin. Zarokên me bi salane bûne qurbaniyên dagirkeran. Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li hember komkujî û şehîdkirina xelkê bêguneh û tunekirina vî gelî bêdeng in. Lê gelê me her tim leheng û berxwedêr e. Em bi deh hezaran şehîdên din jî bidin, em ê her tim ax û welatê xwe biparêzin. Em careke din soza xwe nû dikin ku welatê xwe ji destê dijmin û xayinan rizgar bikin. Lê hinek alî bûne xizmetkarên dijminan. Em bi saya xwîna şehîdan niha li vir in.” Meş bi danîna çelengan li ser gorên şehîdan û bi berzkirina dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

ANF/QENDÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.