Êrişên dewleta Tirk rawestînin

În 16 Kanûn 2022 - 01:18

  • Li Parlamena Ewrûpayê parlamenterên gelek koman êrişkariya dewleta Tirk a li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê rûreş kir. Parlamenteran dewleta Tirk weke tehlûkeyeke li dijî ewlekariya Ewrûpayê jî bi nav kir û pirsî ka kî li nava Ewrûpayê dewleta Tirk diparêze. 

Gelek parlemeter û serokên komên li Parlemena Ewrûpayê, di rûniştina parlamenê de axivîn û gotin, divê tavilê êrişên dewleta tirk rawestin.

Li bajarê Strastbourgê yê Fransayê, pêr li parlamena Ewrûpayê, bi sernavê ‘Êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Iraqê’ rûniştin pêk hat.

Di rûniştinê de parlamenter û serokê koman axivîn. Parlamenteran ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê bang kir. 

Parlementeran xwest, ji bo girtina qada hewayî, saziyên pêwendîdar bikevine liv û tevgerê.

Bi taybetî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bibîrxistin û ji bo lêkolînê hate xwestin gavên pêwîst werin avêtin. 

Ji Tifaqa Azadî ya Ewrûpa û Keskan,  François Alfonsî got; Erdogan dixwaze herêmê dagir bike. Huqûqa navneteweyî tine dihesibîne. Sivîl tên qetlkirin. Kurd li wir demokrasiya rasteqîn didin jiyankirin. Ev êriş li hemberî vê sîstemê, heta li hemberî tevahiya cîhanê tehlûkeyek e. 

 

Divê YE li dijî dagirkeriyê be

Parlementera ji koma çepgir û hawîrdorparêzên çepgir, Ozlem Demîrel jî got, “Li Elmanya straneke Noelê heye û hersal zarok vê stranê dibêjin. Lê li zarokên Rojava û Sûriyê binêrin. Ew zarok her sibeh bi xemgînî hişyar dibin. Ji ber rejîma Erdogan êrişê Kurdan dike û komkujiyan dike. Em li dijî vê ne û divê YE jî li dijî wê be. Birêz Borell tevlî rûniştinê nebû. Divê li vir bûya. Ev rewş êdî qet nayê qebûl kirin û divê were rawestandin.

Ji Partiya Sosyalîst a Portugalê Maria Isabel Coelho Santos jî got, “Erdogan gotina terorîzmê bi kar tîne. Ev bahane ye û ji bo di hilbijartinan de bi ser keve, êrişê Kurdan dike. Bi vê bahaneyê êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistana Iraqê dike. Em eşkere bibêjin, ev êriş li hemberî çavkaniyên xelkê û gelê li wê deverê ye. Erdogan êrişê mirovên Kurd dike. Divê welatên endam hemû ji van êrişan re bibêjin, êdî bes e. Divê Netewên Yekbûyî (NY) jî, bikeve nava tevgerê û ji bo alîkariya mirovî bigihîje wir, korîdorekê ava bike.”

Katrin Langensiepen (Green/EFA-Elmanya) jî got; “Kurdan li dijî terorîzmê şer kir. Lê vê gavê, ew herêm di tehlûkeyê de ye. Wateya vê jî ew e ku em jî di xeterê de ne. Birêz Erdogan, divê tu yekser bombardumana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînî. Ger ew dever ne ewle be, Sûriye ne ewle be, em jî ne ewle ne.”

 

Tirkiye ji YE´yê re jî tehlûke ye

Parlamanterê serbixwe yê Katalanî Antoni Comin i Oliveres jî got; “Tirkiyê hat ji YE re got, ez ê ji Ukrayna û Rûsyayê re navbeynkariyê bikim. Lê mixabin em dibînin, Tirkiye ji bo ewlehiya YE´yê tehlûke ye. Em êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin. Li Kobanê nexweşxaneya zarokan hat bombekirin. Gelek pirsgirêkên me yên mezin bi Tirkiyê re hene. Divê em fam bikin bê ka di nava YE de, kê Tirkiyê diparêze. Divê em bipirsin bê ka ji bo çi birêz Borell îro ne li vir e.”

Ji Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan/S&D-Spanyayê, Domenec Ruiz Devesa jî got; “Ev ne cara yekê ye ku em dibînin Tirkiye li herêmê êrişê mirovan dike û huqûqa navneteweyî binpê dike. Divê teqez em karibin lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî yên hêzên çekdar ên Tirk pêk bînin. Ji ber ku ev çek di huqûqa navneteweyî de, hatine qedexekirin.”

Ji S&D-Swêdê, Evîn Încîr jî got; “Beriya ku dereng be, yekser divê qada hewayî ji bo Rojava li balefirên şer were girtin.Tavilê dawî li êrişkariya dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd were anîn.”

Ji Partiya Sosyalîst a Ewrupa-Avûstûrya Andreas Schieder jî got; “Li vir divê em bi lezgînî û jidil bikevin tevgerê. Divê ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê bikevin tevgerê. Divê qada hewayî lê were girtin û herwiha ji bo bidawîkirina van êrişan biryar werin dayîn, rûniştinek pêk were û li dora maseyê rûnin û biryarê wergirin.” 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.