Êrîşên dewleta Tirk pratîka hilweşîner e

Şemî 8 Sibat 2025 - 03:00

Prof. Abdurrahman Gulbeyaz destnîşan kir ku Kurd li her eniya ku êrîş li dijî wan tê kirin, li Bendava Tişrînê li ber xwe didin û wê berxwedana xwe dewam bikin.

Ji Beşa Zanistên Civakê û Mirov a Navneteweyî ya Zanîngeha Nagasaki Prof. Dr. Abdurrahman Gulbeyaz axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bandora van êrîşan a li ser astengkirina aştiya herêmî nirxand.

Prof. Abdurrahman Gulbeyaz anî ziman ku rewşa heyî ya Sûriyeyê û rewşa siyasî-civakî ya Kurdan divê di çarçoveya stratejiyên hêzên global, pêvajoyên dîrokî yên li herêmê bê nirxandin û got, Kurdan bi destketiyên xwe yên siyasî û civakî hem tevlî hevsengiyên herêmî bû hem jî bûn aktorên navneteweyî.

Prof. Abdurrahman Gulbeyaz êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan weke sedema herî bingehîn a nearamiya siyasî û civakî ıya li herêmê nirxand û got, "Bi rêya van êrîşan ne tenê dixwazin derbê li modela herêmên rêveberiya xweser ên Kurdan bixe, her wiha dixwazin derbê li pêwendiyên navbera herêman bixe, qadên danûstandinê yên navendên biryardana siyasî yên Sûriyeyê û Kurdan teng bike, bi vî rengî derfetê çareseriya siyasî ya li nava Sûriyeyê îmha bike."

Abdurrahman Gulbeyaz ragihand ku polîtîkaya dewletên rojavayî ya têkildarî Kurdan bi temamî xwe dispêre hesabên berjewendiyan û ev piştgirî jî bi hevsengiyên stratejîk ve girêdayî ye.

Prof. Abdurrahman Gulbeyaz destnîşan kir ku ji bo Kurdên li Sûriyeyê û çareseriya giştî jî bi konfederasyona demokratîk dibe û bi dewamî got, "Çareseriya herî maqûl û dûrî ji rijandina xwînê bêguman çareseriya konfederasyona demokratîk e. Bi dîtina min wê di vê çarçoveyê de gavên mayinde bêne avêtin."

Prof. Abdurrahman Gulbeyaz destnîşan kir ku Kurd li her eniya ku êrîş li dijî wan tê kirin, li Bendava Tişrînê li ber xwe didin û wê berxwedana xwe dewam bikin.

 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.