- Dagirker êrişî Eyn Îsa dikin û li Girê Spî xelkê êşîran direvînin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarok û gundên kantona Girê Spî avêtin ser malab û 7 kes revandin. Li gundewarên Eyn Îsayê topbarana li dijî deverên şên dewam kirin.
Dewleta Tirk a dagirker doh 4 kes ji gundê Qeyserî yê li başûrê Girê Sipî revandin. Li gorî agahiyan, ev kesên revandî ji eşîra El Hinadan in.
Çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk Cebhet El Şamiyê jî ji gundekî li rojhilatê Girê Sipî 3 kesên ji eşîra El Meşhur revandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van 3, 4 rojên bihurî de gelek sivîlan revandine.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh bi roj û êvarkî gundê Mielik, Seyda û rêya M4 topbaran kirin.
Gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna ziyanên topbaranê rê li ber wan vekir, ti agahî nehatibûn bidestxistin.
HESEKÊ