Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bejahî ve êrişî gundê Sigêro yê dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê û rojavayê gundê Tirwaziyê kirin.  Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bersiva êrişê dan û şerekî dijwar  qewimî. Di vî şerî de çeteyek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû. Êrişa artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat têk birin. Çeteyan di heman demê de noqteyeke hêzên rejîma Şamê kirin hedef. Di encamê de leşkerekî rejîmê hat kuştin û yekî din birîndar bû.

Çeteyan êrişê Til Temirê kirin

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê hate wergirtin, dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe sibeha Yekşemê ji bejahî ve êriş bir ser gundên Tawila, Til Tewîl û Xemsîn ên Til Temirê. Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê jî di cih de bersiv da êrişê. Hate ragihandin ku li her sê gundên ku dagirkeran êrîş birin ser, şerekî giran qewimî ye.

Şervanan rê nedan çeteyan

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihad ku wan rê nedane çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku hewl didan xwe berdin nava gundên Minbicê. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku piştî hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku dixwestin xwe berdin nava gundên Minbicê, bi hawanan herêm hatiye bombekirin.

Meclîsê destnîşan kir ku şervanên Minbicê rê nedane çeteyan û ragihand ku li bakurê Minbicê şerê giran ê bi çeteyan re bi dawî bûye. Meclîsê diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a bi top û hawanan a li ser herêmê dewam dike.

5 kes şehîd bûn

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî bakurê Minbicê de 5 welatî şehîd bûn. Her wiha hate ragihandin ku çeteyan 2 birayên hev revandine. Hin çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan bi ser mala kesê bi navê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah a li Mezraya Mehmûd de girtiye, bi kêrê êrişê pîrejina bi navê Fatme El Hac Mihemed El Xilêf (70) kiriye. Di encamê de pirejin û hevjîna kurê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah şehîd dibin. Her wiha 2 birayên malbatê; El Hac Ebdullah û birayê wî Ehmed revandine.

Di heman demê de di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundewarê Minbicê berdewam e, 5 welatî şehîd bûne û 4 din jî birîndar bûne. 

NAVENDA NÛÇEYAN