• QSD´ê da zanîn ku êrişên çeteyên rejîmê û Îranê yên ji aliyê rojavayê Dêrezorê, bi temamî hatine şikandin û 39 çete hatine bêtesîrkirin. Di êrişa çeteyan de 4 welatî û 3 şervan şehîd bûne.

Pêr çeteyên ser bi rejîma Îranê û rejîma Şamê, ji çemê Firatê bihurîn û li rojhilatê Firatê êrişî hêzên Rêvberiya Xweser û QSD´ê kir. Di van êrişan de ji ber ku topeke rejîmê lio malekê ket, 4 welatî şehîd bûn û dehên din birîndar bûn. Piştî ku hêzên QSD´ê bersiva wan dan, 39 ji van çeteyan hatin bêtesîrkirin.

Pêr sibehê çeteyên ser bi Îranê û Sûrî yên li rojavayê Dêrezorê, li rojavayê çemê Firatê bicihbûyî ne, ji çem derbasî aliyê rojhilat bûn û êrişî Rêveberiya Xweser kirin. Di êrişan de 3 şervanên QSD´ê û 4 welatî şehîd bûn. Di bersiva QSD´ê de jî 19 çete hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn û êriş hatin şikandin. 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa çeteyan a li dijî gund û bajarokên Ebû Herdob, Zîban û Ebû Hemam ên rojhilatê Dêrazorê, daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî parve kir.

QSD'ê di daxuyaniyê de eşkere kir ku di bersivandina êrişê de 3 şervanên wan şehîd bûne. Wê her wiha got, ji ber ku topeke çeteyan li malekê ketiye 4 welatî şehîd bûne û 10 welatî jî din birîndar bûne.

Daxuyanî QSD´ê wiha ye: "Çeteyên rejîma Sûriyeyê û hêzên ewlehiyê yên girêdayî wê îro bi top, hawan û doşkayan li dijî gund û bajarokên; Ebû Herdob, Zîban û Ebû Hemam êriş pêk anîn, di encamê de windahî, çêbûn.

Êriş sibeha îro saet di 05:00'an de ji 3 aliyan ve dest pê kir. Çeteyan ji gund û bajarokên Sibêxan, Diwêr û Meyadînê yên rojavayê çemê Firatê û di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de êriş kirin. Hemwextî êrişkirina bi top, hawan û doşkayan, çeteyan hewl da derbasî herêmên me bibin, bi taybetî gund û bajarokên; Ebû Herdob, Zîban û Ebû Hemam ên rojhilatê çemê Firatê.

 

19 çete hatin kuştin

Hêzên me hewldanên derbasbûna çeteyan têk birin û pevçûn di navbera wan de derket. Di encamê de 19 çete hatin kuştin, ji wan 6 li navçeya Zîbanê û 13 li gundê Ebû Herdob, her wiha keştiyek ku çete tê de bûn hat rûxandin û 20 çete, ji wan serçeteyê bi navê Merwan El Fadil ku yek ji berpirsên çeteyên "Usûd El Şerqiyê" yên rejîma Sûriyeyê ye, hatin birîdarkirin.

Di êrişê de topeke hawanê li ser xaniyê welatiyekî ket, di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û 10 jî birîdar bûn, her wiha di encama bersivandinê de 3 şervanên me şehîd bûn.

Em piştrast dikin ku hêzên me ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê dê her tê bikoşin û hemû planên li dijî aramiya herêmê û şêniyan têk bibin."

 

Xelkê Şedadê şehîdekî xwe oxir kir

Xelkê navçeya Şedadê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Salih El Elî oxir kir û soza bilindkirina alaya şehîdan da.

Cenazeyê şehîd Elî Salih El Elî ji aliyê şêniyên navçeya Şedadê û endamên saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li pakrewangeha li navçeyê hat oxirkirin.

Elî Salih El Elî duh dema ku erka xwe pê dianî ji aliyê şaneyan ve hatibû hedefgirtin û şehîd bûbû.

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şedadê Nacî Şeîr di merasîma cenaze de got, “Şehîd Elî erka xwe bi temamî pêk anî. Ew beşdarî operasyonên rizgarkirinê û operasyonên tinekirina terorê bû.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ebdulmecîd Etiye jî axivî û bal bire ser fedakariyên şehîdan. Etiye soz da ku ew ê alaya şehîdan bilind bikin û têkoşîna wan a ji bo pêkanîna aramî û edaletê bidomînin.

NAVENDA NÛÇEYAN