Di analîza Erdogan Altan a ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) de Altan dibêje, di hevdîtina musteşarê MÎT’a Tirk a li Şamê de, wî ji rejîma Şamê xwestiye destekê bide êrişeke berfireh a dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser. Li gorî Altan armanca êrişê wê jihevqutkirina Rojava (Rêveberiya Xweser) û Başûrê Kurdistanê (Kurdistana Federe) be.  

Erdogan Altan dibêje, piştî ku dagirkeriya artêşa Tirk li Avaşîn, Metîna û Zapê bi dilê wê nebûye û dest bi lêgerîna pîlanên nû kiriye. Dewleta Tirk 28’ê Tîrmehê li Bexdayê ji dewletên beşdarî civîna cîranên iraqê xwestibû destekê bidin dagirkeriya wê ya nû pîlan dike, yan jî qet dengê xwe lê nekin. Lê ya xuya ew e ku ev daxwaza wê nehatiye qebûlkirin. 
 
Hevdîtinên Hakan Fîdanî

Piştî vê jî musteşarê MÎT’an Tirk Hakan Fîdan ketiye dewrê. Fîdan bi hevpîşeyê xwe yê Sûrî, Elî Memluk re li Bexdayê peyivî û xwest Şam destekê bide dagirkeriya wê ya li dijî Rêveberiya Xweser. Li gorî Altan, dewleta Tirk ji bo vê dagirkeriyê halê hazir ji bilî dîplomasiyê, hewl dide çeteyên xwe hemûyan bi civînên li Entab û Cereblûsê di bin banekî de kom bike. Civîna 19’ê Tebaxê yek ji van e. Di van civînan de ji bo ku ji pişt ve li Rêveberiya Xweser jî bixin, perspektîf dane unsûrên xwe yên li Reqa û Minbicê. Li gorî îdîayeke Altan behsa wê dike jî Rûsya û DYE jî dengê xwe wê li provokasyonên ji bo sorkirina Ereban li dijî Rêveberiya Xweser dengê xwe nekin. Heta eşkerekirina desteka herduyan a ji bo Rêveberiya Xweser jî weke veşartina vê erêkirina dagirkeriya dewleta Tirk tê şirove dikin.  

Qutkirina rehan

Li gorî Erdogan Altan armanc jihevqutkirina Rojava û Başûr e. Weke proveyê jî dewleta Tirk nexasim jî êriş birin ser Til Temirê. Di van êrişan de meydana hewayî jî ji dewleta Tirk re hatibû vekirin. 

Li aliyê din dewleta Tirk li Dirbêsiyê û Amudê li ser xeta sînor hêzê berhev dike. Li ser sînor, tank û maşînên zirxî jî xuya dibin êdî. Li heman deverê gund jî tên valakirin. Li gorî îdîayê dewleta Tirk gotiye, ew ê zirarê gundiyan ên ji ber nekirina cotyariyê jî tezmîn bike. 
Tevî ku li van deveran hêz hatiye berhevkirin jî, bi ya Altan îhtîmala dagirkeriyeke li dijî Dêrikê zêdetir e. Yanî ev komkirina hêzê ji bo xapandina hêzên hember e. Lewma heger armanc jihevqutkirina Başûr û Rojava be, ya ku wê nêzî aqilan be jî ev e. Li gorî vê dewleta Tirk navê "Qutkirina rehan" li vê êrişa dagirkeriyê kiriye. Ji xwe armanca PDK´ê bi dorgirtina li Herêmên Parastina Medyayê jî eynî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN