Bijîşkê Elman Dr. Michael Wilk ji sala 2014´an ve ji bo gihandina alîkariya tibê ya destpêkê û hewarê bi Heyva Sor a Kurd a li Rojavayê kurdistanê re kar dike û gelek caran çûye Rojava. Piştî êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk Dr. Wilk careke din berê xwe da Rojavayê Kurdistanê, alîkariyên li Elmanyayê berhevkirî (yên Komeleya Dostaniya Frankfurt-Kobanê) gihandin Kobanê. Dr. Wilk bi bîr xist ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên destpêka Cotmehê, nexweşnayên Covîd-19´ê jî xira kirine û wiha peyivî: “Ev teror e. Ev şerekî bi şida navîn e.”
Dr. Wilk pêşî berê xwe da Dêrikê û alîkariya “Dêrik-Friedrichshain-Kreuzberg/Berlin” digihîne bajêr. Ew dibêje, alîkariya Komeleya Dostaniyê ya Frankfurt-Kobanê jî ji bo edilandin û tamîrkirina zerarên li Kobanê, alîkarî şiyandibû, wî ew jî gihandiye cihê wê.
Jixwe, gava ew li Rojava bû, wî hin çavdêriyên xwe parvekiribûn. Ji wan çavdêriyên wî me jî ragihandibû ku dewleta Tirk bi awayekî bi rêk û pêk guleyan li avahiya şaredariya Kobanê direşîne.
Dr. Wilk wekî din da zanîn ku dewleta Tirk tankerên avê jî yekser dike hedefa êrişên xwe, ji bilî bombekirina tesîsên ava vexwarinê.
Divê em pişgiriyê dewam bikin
Wilk wekî din bal bire ser durûtiya welatên Rojava beramberî êrişên dewleta Tirk û got, “Cotstandartiyeke mirov êdî nikare xwe lê ragire heye”. Dr. Wilk esas balê dibe ser peymana penaberan a welatên Ewrûpî bi Tirkiyeyê re mohr kirine. Ew bi bîr dixe ku dewleta Tirk bi êrişên xwe penaberên nû çê dike, lê dewletên Ewrûpî ji bo sekinandina penaberan alîkariya madî didin hikûmeta Tirk.
Li ser vê yekê Dr. Wilk bang li xelkê kir da ku dawî li bêdengiyê bê anîn û wiha peyivî: “Ji bo avakirina civaka sivîl ji nû ve, destekeke girseyî lazim e. Ji bo vê jî divê di siyaseta li Elmanyayê de guhertineke pradîgmatîk çêbe. Ya herî muhim jî ew e ku sûcên Erdogan bên qebûlkirin û cezakirin. Niha bal li ser Îsraîlê ne û erdogan dixwaze di vê rewşê de sûcên xwe yên şer dewam bike. Ji ber wê divê em binihêrin li wir çi diqewime û dawiyê li bêdengiyê bînin. Divê em piştgirî û protestoyên li dijî Erdogan dewam bikin.”
FRANKFURT