- Kurd û dostên xwe li gelek deverên Ewrûpa û Awustralyayê daketin meydanan, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li seranserî Kurdistanê rûreş kirin.
Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bêhtirî 27 mehan li pey xwe hiştin. Li aliyê din êrişên qikirinê yên delweta Tirk li dijî seranserê Kurdistanê p nexasim Rojava dewam dikin. Kurdan û dostên wan li bajarên Elmanyayê Hamburg û Saarbruckenê, li bajarê Fransayê Marsîlyayê, li bajarên Awusturyayê Viyana û Lînzê, û li bajarê Awustralyayê Melbournê bi çalakiyan tecrîd û êrişên qirkirinê rûreş kirin.
HAMBURG: Kurd û dostên wan li Hambûrgê, ji bo Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Cîgira wê Lîman Şiwêş û Firat Tûma yên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibûn, daketin meydanan. Gelek Kurd û Elman tevlî mitînga ku li Monckebergê ku yek ji taxên herî qelebalix a bajêr e hat lidarxistin, bûn. Mîtîng bi deqeyekê rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Piştî rêzgirtinê Civaknas Martîn Dolzer axivî û anî ziman ku êrîş berdewamiya komkujiya Kurdan in. Dolzer diyar kir ku rejîma Erdogan bi hêza ku ji welatên Rojava distînê, li dijî Kurdan her curê komkujiyê dike û got ku ev yek nayê qebûlkirin û êrîşa dawîn li dijî îradeya azad a jinên Kurd pêk hatiye. Li ser navê Însîyatîfa Rojava a Hambûrgê Janet Lûxembûrg bangewaziyek xwend û got ku ew komkujiyê şermezar dikin û her tim li ba têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd in.
SAARBRUCKEN: Li Saarbruckenê jî mitînga ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saarbrucken û Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hat organîzekirin, bi tevlîbûna bi dehan Kurdan pêk hat. Kurdan diyar kirin ku ji ber komkujiyan gelekî bi hêrs in û peyama, “Hûn nikarin gelê Kurd bi mirinê bitirsînin. Bi deh hezaran artêşa Kurdan heye. Em gel bi artêşa xwe re heta dawî li ber xwe bidin.” Mîtîng bi dirûşme û belavkirina belavokan bi dawî bû.
MARSÎLYA: Tecrîda sîstematîk a dewleta Tirk a li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Qada Canabîere ya bajarê Marsîlya yê Fransayê bi mitîngekê hate protestokirin. Mitînga bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin. Mitîng bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, axaftin hat kirin û hate gotin:“Ewropa ku ji êrîşên dewleta Tirk a li dijî Rojava bêdeng dimîne, hevkarê sûc e.” Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên, “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye, hevkar Ewropa” bi dawî bû.
VIYANA: Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li paytexta Avûstûryayê Viyanayê, bi mitîngekê hat rûreşkirin. Çalakî ku li ber Parlamentoya Awûstûryayê, bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir.
Bi xwendina danezaneke bi Elmanî, bal birin ser êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li Îmraliyê.
Di çalakiyê de banga parastina Rojava hat kirin û dirûşmeyên ‘’Şehîd namirin’’, ‘’Jin, jiyan, azadî’’ û ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ hatin berzkirin. Herwiha banga tevlîbûna bibîranîna şehîdan ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bê lidarxistin, hat kirin û çalakî qediya.
LÎNZ: Li bajarê Lînzê jî, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Platforma Şoreşger û Ekolojîk a Jinên Kedkar a Rosayê, ji bo teşhîrkirina sûcên şer ên dewleta Tirk û protestokirina bêdengiya dewletên navneteweyî ya li dijî qetlîaman, meşiyan.
Nûnerê Partiya Sosyalîst Jan Mîlong ku di çalakiyê de axivî û got, piştî Wezîrê Karê Hundir ê Tirk ê Hikumeta AKP’ê Suleyman Soylû jinên Kurd kirin armanc, gelek jinên şoreşger hatine hedefgirtin: “Têkoşîna jinan li Kurdistanê zîl daye û belav dibe, kapîtalîst jê bi fikar in.”
Nûnera Komeleya Jinên Brezîlyayî Varenya Petroîs jî, da zanîn ku di nav sê salên dawîn de dewleta Tirk bi dronan 112 kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetil kirine: “Tirkiye, endama NATO’yê ye. Dewletên dengê xwe li terora bi dronan a dewleta Tirk nekin, şirîkên qetlîamê ne. Divê gelên cîhanê bi destê gelê Rojava bigirin û li dijî terora netewe dewletê têkoşîna hevkar bê kirin.”
MELBOURNE: Kurdên li bajarê Melboûrn ê Awrûstralyayê, bi pêşengtiya NAV-KURD’ê li ber Pirtûkxaneya Victoriayê hatin ba hev. Endamê KNK’ê Heval Herkî li ser navê Kurdistaniyan daxuyanî û got: ‘’Sê Kurdên li Rojava hatin qetilkirin, hêviya jiyaneke nû û ya mirovahiyê bûn, li ber çavên dinyayê hatin qetilkirin. Hikumeta Federal a Awûstralyayê, bila dengê xwe ji vê hovîtiyê re bike, ji dewleta Tirk re bibêje bila bisekine.’’ Ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk, dirûşm hatin berzkirin, belavok hatin belavkirin û çalakî qediya.
NAVENDA NÛÇEYAN