Êrişan bi Şaredariya Til Temirê nekarî

Sêşem 16 Tebax 2022 - 22:48

  • Şaredariya Gel a Til Temirê li navenda navçeyê û gundên wê plansaziya 14 projeyan kir.

Şaredariya Gel a Til Temirê li navenda navçeyê û gundên wê plansaziya 14 projeyan kir. Têkildarî mijarê hevseroka şaredariyê Ronaz Yûnis da zanîn ku ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmê, hin proje asteng bûbin jî, ew ji ber êrişan xizmetê ranawestînin.

Hemwextî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Til Temir a kantona Hesekê, saziyên giştî kar û xebatên xwe dewam dikin.

Şaredariya Gel a Til Temirê yek ji van saziyan e ku bi derfetên kêm û ruxmî êrişên sereqet, bi projeyên cuda xizmeta xelkê herêmê dike.

Hevseroka Şaredariya Gel a Til Temirê Ronaz Yûnis li ser xebata şaredariyê got, "Di pêkanîna projeyên xwe de em zehmetiyan dikişînin, hin proje dereng man. Di van çend mehan de me 14 proje xistine plansaziya xwe; li navçe û gundên wê, xetên ava vexwarinê wê werin danîn, torên kişandî wê werin guhertin û torên wê dê werin berfirehkirin. Rêya sereke ya navçe û gundan dê werin qîrkirin û rêyên din dê werin sererastkirin û vekirin û ji bo qîr bibin, madeyên sereke wê lê werin reşandin. Her wiha kanalîzasyon dê werin sererastkirin û bajar jî were ronîkirin."

Ronaz Yûnis anî ziman ku ev proje li gorî derfetan hêdî hêdî pêk tên. Li gundên Til Temirê jî projeyên wan hebûne, lê ji ber topbaranê wan nekariye hinekan ji wan bi cih bînin. Ronaz Yûnis da zanîn ku ji ber topbaranê zehmetî hene di gihandina ava vexwarinê ji gundên nêzî eniyên şer re. 

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.