- Li Buroya Koçberan a Viyanayê, xebatkarekî Tirk ji nijadperestiya xwe êrişî akademîsyen Azat Hazim Olmez kir.
Li Buroya Koçberan a Viyanayê, xebatkarekî Tirk ji nijadperestiya xwe êrişî akademîsyen Azat Hazim Olmez kir. Ji ber ku gotiye Kurdistan, xebatkarê Tirk ê nijadperest gef lê xwariye ku giliyê wî li konsolosxaneya Tirk bike.
Ji ber rojnamevaniyê, li akademisyen Azat Hazim Olmez li Tirkiyeyê cezayê hepsê hatiye birrîn û ji ber wê, wî jî doza penaberiyê li Awusturyayê kiriye. Ew ji bo karûbarên întegrasyonê çûbû Buroya Koçberiyê. Wezîfedarê Ewlekariyê yê li vir kar dikir ê Tirk, Hakan Yilmaz li vir êrişî Olmez kir. Hat zanîn ku Hakan Yilmaz berê serokatiya Komeleya Ulku Ocaklari li Awusturyayê kiriye. Wî gef li akademîsyen Olmez xwar û got, ew ê nasnameya wî bide konsolosxaneya Tirk a li Viyanayê.
Tirsa ji Kurdistanê
Azat Hazim Olmez li Zanîngeha Muş Alparslanê akademîsyen bû, lê belê ji ber rojnamevaniyê ji kar hat derxistin û hat girtin. Ew wiha behsa serpêhatiya xwe dike: “Ji ber ku li Tirkiyeyê cezayê hepsê li min hatiye birrîn, min li Awusturyayê doza penaberiyê kir. Doza min hat qebûlkirin. Ji bo karûbarên întegrasyonê ez çûm Buroya Koçberiyê ya Awusturyayê. Wezîfedarê ewlehiyê li wir ji min pirsî ka ez ji ku me. Min jî got, ez Kurd im, ez ji Kurdistanê hatim. Wî wezîfedarê ewlehiyê, yê ku paşê ez hîn bûm navê wî Hakan Yilmaz e, gava ku peyva
Kurdistanê bihîst, heqaret li min kirin û gef li min xwarin. Min jî got, ez dev jê bernadim û ez ê her bibêjim Kurdistan. Hingê jî wî gef li min xwar û got, ew ê min bikuje. Xelk kete navberê, paşê karûbarê min hat kirin. Min giliyê wî kir, lê gotin, ew nikarin dest werdin meseleyê.”
Olmez got, nijadperestekî Tirk radibe dibe berpirsê ewlekariyê li Buroya Koçberiyê ya Awusturyayê û ew ji vê yekê fêm nake: “Gava me minaqeşe dikir wî dîmenê min girt, wêneyê min girtin. Piştre jî got, ew ê agahiyên min ên taybet bide konsolosxaneya Tirk. Gotinên weke ’Ez gurê boz im’, ’ulkucî me’, ’xizmeta dewleta xwe dikim’ kirin. Wî nizanîbû ez rojnamevan im. Xwedê dizane ka wî gef li çend Kurdên din ên penaber xwarine, yan jî bi nijadperestiya xwe êrişî wan kiriye.”
Herî dawî, wî got, divê kesekî ev qasî nijadperest li Buroya Koçberiyê ya Awusturyayê kar neke.
VİYANA