Êrişa berfireh li dijî gundên Şehbayê

Duşem 16 Gulan 2022 - 21:39

  • Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên kantona Şehbayê doh jî bi dijwarî topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên kantona Şehbayê doh jî bi dijwarî topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um Qura, Semûqa, Werdiyê, Bendava Şehbayê topbaran kirin; hê di pêla yekê ya topbaranê de zêdetirî 40 topan li herêmê ketibûn.

Di heman demê de dagirkeran gundên Xerîbşe, Dêr Qaqir, Adar, Şeale, Um El-Ebid û Medyûne yên katona Şehbayê jî topbaran kirin.

Gundê Herbel jî rastî topbaraneke dijwar hat û di pêla pêşî de zêdetirî 25 topan li gund ketin.

Navenda Ragihandinê ya Cebhet el-Ekrad jî got: “Ligel berdewamkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker bi ser herêmên gundewarê rojhilatê Babê bi hemû cureyên çekên giran, artêşa Tirk û çeteyên wê di saet 6:30`ê sibehê de ji baregeheke xwe ya li gundê Şêx Nasir, gundewarê rojhilatê Babê bi topên hawanê hedef girt.”

Navendê destnîşan kir ku gundên Kor Hiyûk û mezreayên Fewaris ên bi welatiyan dagirtî bi 18 topên hawanê hatine topbarankirin.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.