Êriş û gefên rejîmê dewam dikin

Şemî 25 Sibat 2023 - 00:11

Raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî kuştin, darvekirin û gefên rejîma Îranê jî nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.

Duh li Goristana Beheştî Mihemed ya li bajarê Sine, bi sedan kes li ser gora xwepêşanderek ji aliyê hêzên Îranê ve kombûn û bîranîn. Xelkê li ser gorê bê navber dirûşmeyên li dijî rejîmê qêriyan.

Li bajarê Çalus ya dikeve Bakurê Îranê, malbata xwepêşander Emîr Hisên Natrî ku dixwestin di roja jidayîkbûna wî de bibîr bînin, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin astengkirin. Ji ber astengiya hêzên rejîmê, merasîm pêknehat.

 

Bi kefaletê berdan,piştre kuştin

Yek ji xwepêşanderên Beluçistanê yê bi navê Îbrahîm Rêg bi kefalet hatibû berdan û piştre carek din hatibû binçavkirin, li navendek polîsan bi êşkenceyê hate qetilkirin.

 

Hêzên rejîmê Zahidan dorpêç kir

Li Zahîdanê jî gel xwestin piştî nimêja Îniyê carek din dakevin kolanan, lê hêzên rejîmê ku bajêr dorpêç kiribûn, li nav kolanan geriyan û raste rast gef li xelkê xwarin.

 

Êrişê dibistana ziman kirin

Hêzeke Besîc di nav bajarê Îslamşehir de êrişî ser peymangehek fêrbûna ziman kirin û du jinên ciwan binçavkirin. Malbatên xwendevanan li ber derê peymangehê kombûn û li dijî rejîmê nerazîbûna xwe nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.