Êriş li dijî îradeya jinê ye

Yekşem 24 Çile 2021 - 16:30

  • Êrişên li dijî herdu jinên di rêveberiya meclisa Til El-Şayirê de weke êrişa li dijî Şoreşa Rojava û li dijî projeya azadiya jinan a şoreşê hat şirovekirin. 


Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê ya ser bi navçeya Deşîşa ya başûrê kantona Hesekê, Seîde Feysal El-Hermas û cîgira hevserokatiya meclisê, Hinid Letîf El-Xidêr şermezar kir. Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser kuştina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir û cîgira wê şermezar kir û got ev yek tê wateya ku çete dixwazin îrade û hêza jinan di projeya rêveberiya xweser de têk bibin. Herdu jin îna bihurî bi şev di êrişeke DAIŞ´ê ya bi ser Til El-Şayirê de hatibûn qetilkirin. 

Koordînasyonê destnîşan kir ku ev sûc di radeya yekemîn de îradeya jinan dike hedef. Li gorî wê jinên ku bûn hêzeke fikrî, siyasî, civakî, leşkerî û dîplomatîk û gihişt astekê ku dikare barê rêveberiyê û şoreşê rake, bûye armanca êrişan: “Her wiha jin beşdarî hemû warên xebatê bûn, hebûna xwe îsbat kirin, bi roleke çalak di civakê de rabûn û li dijî zêhniyeta desthilatdar û zêhniyeta baviksalar têkoşiyan. Lê belê tevî ku vê berxwedan û têkoşînê li seranserê cîhanê deng veda jî, hîna jinan dikujin, direvînin, şidetê li wan dikin, û her cureyê êrişan dibin ser wan.”

Dixwazin azadiya jinan têk bibin

Li ser vê bûyerê, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da, wan êriş şermezar kir. Desteyê got, dijminên projeya rêveberiya xweser, hewl didin vê projeya ji bo azadiya jinan, têk bibin.
Desteya Jinan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, "Ev sûc nîşan didin ku çeteyên terorîst li herêmê tiştekî wan nemaye û dixwazin sûcên bi vî awayî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin da ku îrade û hêza jinan têk bibin."

Reşkujiyên li dijî Ereban

Ji destpêka Çile ve, şaneyên DAIŞ´ê bi alîkariya dewleta Tirk gelek giregirên civaka Ereb a Dêrezor û hesekê kirin hedef. Endamê Akademiya Civaka Demokratîk, Gîvara Şêx Nûr ji bo vê got, armanca sereke ya şerê taybet derbkirina exlaqê civakê ye. Wî wekî din got, kuştina rûspiyên eşêrên Ereb beşek ji şerê taybet ê dewleta Tirk û hikûmeta Şamê li dijî Rêveberiya Xweser e. Wî êrişên dewleta Tirk li dijî Eyn Îsa û bêdengiya hikûmeta Şamê jî weke beşek ji vî şerê taybet nirxand.

Operasyonên QSD´ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ´ê li Dêrazorê derb li DAIŞ´ê dan, lê hem dewleta Tirk û hem jçî hikûmeta Şamê destekê didin çeteyan da ku nexasim jî giregirên civaka Ereb bikujin û çavtirsandî bikin. Armanc ew e ku di nava saziyên Rêveberiya Xweser de Ereb cihê xwe negirin.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.