• Yekîtiya Ragihandina Jinan û Yekîtiya Ragihandina Azad derbarê êrişa li dijî kedkarên çapemeniyê yên JIN TV daxuyanî dan û gotin;’’Ev êriş li dijî destketiyên jinan û herêmê ne.’’

Li hemberî êrişên li dijî rojnamevanan, Yekîtiya Ragihandina Jinê YRJ’ê li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a li Qamişloyê çalakiyek li dar xist û bi dehan rojnamevan tevlî çalakiyê bûn.

Endama YRJ’ê Evîn Îbrahîm daxuyanî xwend û got, “Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê nesekinîne. Bêguman yên ku êrişan û sûcên dagirkeran teşhîr dikin, rojnamevan in. Ji ber vê yekê ew hedef tên girtin. 

YRJ´ê got, êrişa li dijî wesayîta JIN TV´yê ya li ser rêya Qamişlo-Amûdê ku di encamê de Necmedîn Feysel şehîd bû û rojnamevan Delîla Egîd birîndar bû, dewama êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk e. YRJ´ê bang li aliyên navneteweyî kir da ku rojnamevan ji êrişan bên parastin.

Hevserokê Yekîtiya Ragahandina Azad YRA’yê, Dilyar Cizîrî got, “Weke rojnamevan em ê xeta hevalên xwe yên şehîd bişopînin, em ê sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li herêmê belge bikin. Divê aliyên têkildarî parastina mafên rojnamevanan in, li hemberî van êrişan helwêsta xwe diyar bikin û bikevin nava tevgerê.’’

Bê deng nemînin

Yekitiya Ragihandina Azad jî têkildarî êrişa li dijî kedkarên Jin TV daxuyaniyek weşand. YRA`yê di daxuyaniya xwe de got, “23’yê Tebaxa 2023’an jî li ser riya Qamişlo û Amûdê wesayîteke Jin Tv ku bi armanca amadekirina nûçeyan ji navenda xwe bi rê ketibû, ji aliyê balafireke bê mirov a dewleta Tirk ve hate bombebarankirin. Di encamê de ajokarê wesayîtê şehîd bû û nûçegihana JIN TV birîndar bû.

Beriya niha jî li Serêkaniyê û Dêrikê hevalên me yên rojnamevan Seed Ehemed, Mihemed Reşo, Welat, Îsam Ebdullah dema kêliyên hovîtiya li dijî sivîlan belge dikirin, bi êrişên balafirên dewleta Tirk şehîd bûne. Hejmareke ne kêm a rojnamevan jî birîndar bûne. Dewleta Tirk bi van kirin û sûcên xwe hemû peyman û yasayên navneteweyî yên Mafê Mirovan li ber çavên hemû cîhanê binpê dikin. Mixabin Koalîsyona Navneteweyî, Rûsiya, Neteweyên Yekbûyî û hemû sazî û dezgehên mafê mirovan û di serî de Yekitiya Rojamevanan a Navneteweyî, Rêxistina Nûçeghanên Sînornenas bi bê dengî li van kirinan temaşe dikin.

Bi erka xwe rabin

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ku ji belgekirina sûc û kirinên li dijî rojnamevan û xebatkarên ragihandinê berpirsiyar e, sersaxiyê ji malbata şehîdê JIN TV´yê re dixwaze û şifaya xêrê ji nûçegihana wan re hêvî dike. Hedefgirtina dewleta Tirk a ekîbên ragihandinê bi tundî şermezar dike. Di heman demê de em ji sazî û dezgehên mafê mirovan û di serî de yên ji parastina rojnamevanan berpirsyar in, daxwaz dikin da ku erka xwe ya wicdanî pêk bînin û li hember hedefgirtina dewleta Tirk ji rojnamevan û sivîlên herêmê re bêdeng nemînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN