Êriş li dijî ewlekariyê ye

Duşem 27 Kanûn 2021 - 22:15

  • Tevgera Ciwanan: Ev êriş wê bi ti awayî bê bersiv û bê tolhildan nemîne. Em ê soz û biryardariya şehîdan bikin bingehê mezinkirina têkoşîn û çalakvaniya xwe û bibin tolgerê soza wan.

Şehîdên Kobanê bi merasîmeke mezin li Kobanê hatin bi oxirkirin. Di êrişa 25´ê Kanûnê êvarê de 2 welatî şehîd bûbûn û 7 birîndar bûbûn. Pêr êvarê 3 ji birîndaran şehîd bûn û hejmara şehîdan bû 5. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan da zanîn ku ew ê tola hevrêyên xwe hilînin. Fermandarê giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî jî êriş weke hedefgirtina ewlekariya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir.

Di êrişa 25´ê Kanûnê êvarê ya droneyên bi sîleh ên dewleta Tirk a li Kobanê de 2 welatî şehîd bûbûn û 7 welatî jî birîndar bûbûn. Pêr Meclîsa Malbata Şehîdan a Kobanê da zanîn ku 3 ji birîndaran ên li nexweşxaneyê jî şehîd bûne. Yanî di êrişê de 5 welatî şehîd bûn û 4 welatî jî birîndar bûn. Welatiyên şehîd bûn jî Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Menla Hisên in.

Şehîd bi oxir kirin

Doh bi beşdarbûna pêkhateyên tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, merasîma oxirkirina şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan pêk hat.

Bi hezaran kes li ser rêya Helebê kom bûn û rahiştin cenazeyên şehîdan û berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle. Ji bo oxirkirina şehîdan ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şênî hatine Kobanê.
   

Ciwan wê tolê hilînin

Koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li ser êrişê da xuyakirin ku ew ê tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînin. Wan got, “Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji destpêka avabûna xwe heta roja îro li hember her cure êrişên dijmin ên li hember welat û şoreşê û hevkarên wan ên xiyanetkar bûne xwedî sekn û hêza çalakvaniyê. Ji ber vê sedemê ye ku di her demê de bi pêşengiya dewleta Tirk a dagirker de bûye hedefa tesfiye kirina hêzên faşîst û hevkarên wan yên xiyanetkar. Ev êrişên niha jî bi armanca tesfiyekirina Tevgera Ciwanan e.

Herî dawî li bajarê Kobanê di dema xebatan de li malbateke endamên me û ew malbat ji aliyê faşîzma dewleta Tirk ve bi êrişa hewayî hedef hatiye girtin û 5 hevalê me hatine şehîdkirin.

Em ne cara yekê ye bi êrişan re rû bi rû dimînin. Bersiva van êrişan hemûyan jî qat bi qat bi sekin, bi rêxistinbûn, bi çalakbûn û her cure parastinê hatiye dayîn û tol hatiye girtin. Bila tevahiya hêzên faşîst, dagirker û xeta xiyanet û hevkariyê baş zanibe ku wek tevahiya êrişên beriya van, ev êriş jî bi ti awayî bê bersiv û bê tolhildan nemînin. Em ê soz û biryardariya Şehîd Viyan Kobanê, Şehîd Nujiyan Ocelan, Şehîd Rojîn, Şehîd Welîd û Şehîd Merhef bikin bingehê mezinkirina têkoşîn û çalakvaniya xwe û bibin tolgerê soza wan."

Mezlûm Ebdî bang li NY´ê kir

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî jî hedefgirtina endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Kobanê, weke hedefgirtina ewlekariya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.

Mezlûm Ebdî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Êrişa balafirên Tirkiyê ya li dijî 9 endamên rêxistina ciwanan li bajarê Kobanê ku di encamê de 5 endamên tevgera ciwanan şehîd bûn, dewama rêbaza dagirkeriyê ya li dij doza Kurdan a li Sûriyê ye. Her wiha hedefgirtina ewlekariya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Ebdî wiha dewam kir: "Em ji giyanê şehîdan re rehmetê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku polîtîkayên tirsandinê yên Tirkiyê yên li dijî sivîlan û kiryarên wê yên dijminahiyê rawestînin."

NAVENDA NÛÇEYAN

Serçeteyê DAIŞ’ê protesto kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwanên a herêma Efrînê êrişên li ser Kobanê û ciwanan şermezar kirin. Xelkê bajarokê Girbawî yê ser bi Qamişloyê jî êriş rûreş kirin.

Li Kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, doh Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê êrişên li dijî Kobanê û ciwanan şermezar kirin.

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferîde Hej Ebdo daxuyanî xwend û got, “Dewleta dagirker ji bo ku têkçûyîna xwe ya li dijî gerîla veşêre, êrişî Rojava û Şengalê dike. Dewleta Tirk êrişî Kobanê kir. Ev êriş bi hevkariya hêzên navdewletî pêk hat. Di dîroka nêz de gelê Kobanê ji bo ku rûmeta mirovahiyê biparêze bi hezaran ciwanên xwe bêyî dudilî feda kirin. Lê ev mirovahî niha li hemberî qetlîama Kobanê bê deng e.

Ji bo ku hêza civakê bişikînin êrişî ciwanan dikin. Di dîrokê de heta niha li hemberê êrişên dagirkeriyê bersiva ciwanan her tolhildan û berxwedan bûye. Em jî di şexsê Şehîd Nûjiyan Ocelan de şehîdên Kobanê bi bîr tînin û soza tolhildanê didin.”

Şêniyên bajarokê Girbawî yê ser bi Qamişloyê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Zirganê û hedefgirtina sivîlan û êrişên li dijî Kobanê, meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya meclîsa bajarokê Girbawî dest pê kir. 

Endama PYD´ê Silava Rifaî got, “Êrişên serçeteyê DAIŞ`ê Erdogan, ev demeke li dijî Başûrê Kurdistanê bi alîkariya NATO`yê dewam dikin. Dewleta Tirk nikarîbû li hember tekoşîna gerîlayan li ber xwe bide, êrişên xwe li dijî Rojava û Şengalê berfirehtir kirin.”

Meş bi sloganên  “Şehîd namirin” bi dawî bû.

ŞEHBA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.