Êriş ji bo qirkirinê ne

Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • "Bi nêzîkbûna hilbijartinên li Tirkiyê re û ji bo reva ji krîzên hundirîn dewleta Tirk asta gefên xwe yên yekser di destwerdana li hundirê Sûriyê de, zêde dike û tevahiya mîsaq û qanûnên navneteweyî binpê dike."

Meclisa Navçeya Til Rifetê, gefên dewleta Tirk a dagirker ên êriş û dagirkeiryê yên li ser Til Rifetê, şermzar kirin û da zanîn ku dagirker krîzên navneteweyî ji bo pêkanîna armancên xwe yên mêtingeriyê li xaka Sûriyê û guhertina demografiya wê bi kar tîne.

Bi dehan kesên ji herêma Efrîn û endamên Meclisa Navçeya Til Rifetê li meydana sereke ya navçeyê ya kantona Şehbayê kom bûn û tev li daxuyaniyê bûn.

Endamên meclisê, Mihemed Hisên û Emîna Îsa daxuyanî xwendin.

Wan got, "Bi nêzîkbûna hilbijartinên li Tirkiyê re û ji bo reva ji krîzên hundirîn dewleta Tirk asta gefên xwe yên yekser di destwerdana li hundirê Sûriyê de, zêde dike û tevahiya mîsaq û qanûnên navneteweyî binpê dike."

Wan got, dewleta Tirk a dagirker her derfetê û krîzên navneteweyî bi kar tîne da ku projeyên xwe yên berfirehkirin û nijadperestiyê li bakurê Sûriyê pêk bîne. Wan wekî din got, Armanca dewleta Tirk valakirina herêmê ji xelkê wê û bicihkirina penaberan e da ku guhertina demografîk mîna li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, pêk bîne.

Garantor bi erka xwe ranabin 

Meclisê bi daxuyaniyê paşê got: "Em xelkê Efrîn û Til Rifetê bêdengiya dewletên garantor ku derfetê çêdikin ji bo pêkanîna pîlanên dagirkeriya Tirk, şermezar dikin. Her wiha em êrişên dewleta Tirk a dagirker û pêkanîna komkujiyan li dijî xelkê me jî şermezar dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de meclisê û şêniyan got, ew ê berpirsiyariyên xwe li gorî ewlehî û îstîqrarê bikin, da ku gel bi rûmet û azad bijî.

Artêşa Tirk topan li Şehbayê dibarîne

Kêliyên ku daxuyanî dihat dayên, Artêşa Tirk a dagirker top li gundên Xirnata û Hesaçikê yên Şehbayê dibarandin.

ANHA /ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.