• Meclîsa Rêveberiya Xweser di civîna xwe ya salane ya li Reqayê de bal bire ser êrişên dewleta Tirk ên zêde dibin, û got, ev êriş encama lihevkirineke veşartî ya di navbera Tirkiye-Rûsyayê de ne. 

Meclîsa Rêveberiya Xweser di civîna xwe ya salane ya li Reqayê de bal bire ser êrişên dewleta Tirk ên zêde dibin, û got, ev êriş encama lihevkirineke veşartî ya di navbera Tirkiye-Rûsyayê de ne.

Rapora rêveberiya xweser a siyasî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîd Hamîd El-Mehbaş ve hate xwendin. Di raporê de hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek sûcan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Siyaseta Tirkkirinê, ferzkirina pereyên xwe û guhertina demografiyê."

El-Mehbaş di dewamê de got: “Rûsya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser navçeya Eyn Îsayê, bê deng ma. Ev yek gumanan li ser hebûna lihevkirineke Tirkiye-Rûsyayê ji bo bicihkirina rejîmê li herêmê, çêdike.”

Têkildarî diyaloga Sûrî-Sûrî jî El-Mehbaş jî got: “Meclîsa Sûriya Demokratîk ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî û nêzîkbûna li hemû aliyên siyasî yên Sûriyê, bi aliyên cuda yên Sûriyê re gelek civîn pêk anîne.”

El-Mehbaş her wiha îşaret bi lidarxistina Diyaloga Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê kir û got: “Beşdarbûneke berfireh ji bo bipêşxistina karê Rêveberiya Xweser, çêbû. Di nava plansaziya xebatê de, diyaloga Kurdî-Kurdî hebû. Di kongreyê de komîteya şopandinê hate avakirin, ku niha li ser pêkanîna encamên kongreyê kar dike.”

El-Mehbaş diyar kir ku ew ê di sala 2021`an de berê xwe bidin diyaloga bi opozîsyona nîştîmanî re da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî, artêşa Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê derxin, şêniyan vegerînin warê wan, dagirkeriyê bi dawî bikin û piştigirî bidin berdewamkirina diyaloga Kurdî-Kurdî.

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî wiha axivî: “Heta niha siyaseta ku rêveberiya Emerîkayê meşandiye, sedema kûrbûna aloziyê bû, çi bi rêya destwerdana yekser yan jî bi rêya rola xwe ya temaşeker tenê.”

Piştre Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabet Gewriyê rapora xizmetguzariyê ya li ser hemû xebatên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2020`an de, xwend. Gava nûçeya me hat amadekirin, civînê bi pêşniyaz, rexne û plansaziya 2021`ê dewam dikir.

ANHA/REQA