- Li bajarê Elmanyayê Bremenê, Kurdan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Li bajarê Elmanyayê Bremenê, Kurdan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Meclîsa Bremenê ya PYD'ê çalakî organîze kir. Xwepêşanderêan got, li dijî komkujiyên dewleta Tirk, ew ê dengê xwe bilindtir bikin.
Evdilkerîm Elma li çalakiyê got, "Dewleta Tirk her roj êrişî xaka me dike. Rojek nîne ku êriş nayê kirin. Ev êriş jî li pêşiya çavên dewlet û 'parêzvanên mafên' mirovan têne kirin. Zarok têne kuştin, lê tiştekî nakin. Di şexsê Rojava de êriş rûyê rast ê cîhanê nîşanî me didin.”
Di çalakiyê de alên YPG û YPJ'ê hatin hildan.
BREMEN