Êriş berfireh dibin

Pêncşem 18 Tîrmeh 2024 - 02:25

Tirkiyeyê ku di van rojên dawî de sewqiyata leşkerî ber bi Herêma Kurdistanê ve zêde kiriye û li hin deveran nuqteyên kontrolê ava kir. Ji bilî gundên ku bomberdûmaneke dijwar lê tê kirin, gund û cihên sivîlan jî tên bombekirin. Şerê bi hevkariya PDK û Tirkiyeyê li herêmên Girê Bahar, Sergelê û Guherzê pêk tên bi çekên qedexe û kîmyewî lê tên bikaranîn girantir dibe. 

Rojnamevan Keser Buldan ê ku herêmê ji nêz ve dişopîne, li ser êrişên Tirkiyeyê yên li herêmê axivî. Buldan anî ziman ku Tirkiye bi hemû hêza xwe êrişên xwe zêde kiriye da ku li başûrê Kurdistanê bi cih bibe û got ku Tirkiye tevî hemû êrişan jî nikare pêşketinên ku dixwaze bi dest bixe. Buldan anî ziman ku armanca sereke ya Tirkiyeyê li herêmê bicihbûn û têkbirina destkeftiyên kurdan e û got:"Dewleta Tirk ji sala 1991'an û vir ve li ser esasê îstixbaratê li başûrê Kurdistanê ye. Ji sala 1997’an ve gelek baregehên leşkerî ava kirine. Bi polîtîkayên xwe yên çandî, siyasî û leşkerî vê dijminatiyê nîşan dide. Yek ji armancên sereke yên Tirkiyê jî ew e ku bi awayekî plankirî demografiya Kurdistanê û xwezaya Kurdistanê bike hedef û tine bike.” 

Rola PDK’ê xiyanet e 

Buldan destnîşan kir ku rola PDKê di nav partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de xiyanet e û got:“PDK her cure alîkariya siyasî û aborî dide Tirkiyê. PDK bi hevkariya ku bi dewleta tirk re çêkiriye û di warê aborî, leşkerî û îstîxbaratê de di xizmeta Tirkiyeyê de ye, xiyanetê temsîl dike. Gelê Başûr di bin zextên PDK’ê de neçar dimînin ku gundên xwe vala bikin û herêmên di bin kontrola PDK’ê de bihêlin. Niha jî rola PDK'ê li Başûr weke dema ku dewleta tirk a dagirker di sala 1990’î de bi rêya ajanên xwe bi sedan gundên bakurê Kurdistanê şewitandin û wêran kirin. Tu ferqa wan tune ye.”  Buldan bal kişand ser giraniya şer a li deverên Girê Bahar, Sergelê û Guherzê û destnîşan kir ku Tirkiyeyê gelek baregeh bi taybet li derdora gundên Sergelê û Guherzê ava kirine û got:“Bi hêzên PDK’ê re van baregehan bi kar tînin û li dijî HPG’ê çalakiyên koordîne dikin. Çûn û hatina gundiyên li herêmê dijîn kontrol dikin, lê heta niha ji ber berxwedana HPG'ê nekarîn bi pêş ve biçin û tenê dikarin bi balafirên şer wan bombebaran bikin. Niha nerazîbûnên li başûrê Kurdistanê ne di asta tê payîn de ne. Ev rewş cesareta PDK û dewleta tirk a komkujî û koçberkirina gel zêde dike. Rayagiştî ji siyaseta hevpar a PDK'ê bêzar bûye. Lê belê her kesê ku bixwaze dengê xwe derxe ya tê girtin an jî tê kuştin.”

Tirk weke xaka xwe dibîne 

Buldan anî ziman ku ji Duhokê heta Şeladizê gelek nuqteyên kontrolê yên Tirkiye û PDK'ê hene û wiha got: “Bi taybetî di dema derbasbûna sivîlan de bi hinceta ku xwarina ‘zêde’ hilgirtine lêgerîn tên kirin. Bi taybetî zextên cidî li rojnamevanan tên kirin ku tiştên qewimîne veşêrin. Li aliyekê dagirkeriya dewleta tirk dewam dike, li aliyê din jî zextên PDK'ê yên li ser gel zêde dibin. Bi êrişên dawî re rewşa başûrê Kurdistanê ji dagirkeriyê derket û derbasî qonaxeke nû bû. Dewleta tirk tevahiya herêma Behdînan bi taybetî jî Duhokê weke xaka nû ya Tirkiyeyê dibîne. Li gorî vê planê rêveberiya van deveran ji destê PDK’ê û hikûmeta navendî ya Iraqê derketiye û ketiye bin kontrola artêşa tirk.”  Buldan da zanîn ku heke reflekseke neteweyî li dijî tiştên diqewimin neyê nîşandan, dibe ku ji bo kurdan pêvajoyeke gelekî xeternak rû bide û got: "Divê gel li dijî vê dagirkeriyê berxwedaneke topyekûn nîşan bide."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.