‘Erdoganî bi sîlehên wî bikuje’ beraet kir

Çarşem 9 Adar 2022 - 22:21

  • Li paytexta Swîsreyê Bernê sala 2017´an di mîtînga li hember avahiya parlamenê de afîşek hatibû hilgirtin û li serê dinivîsî “Erdoganî bi sîlehên wî bikujin”. 

ALÎ OZŞERÎK / BERN

Li paytexta Swîsreyê Bernê sala 2017´an di mîtînga li hember avahiya parlamenê de afîşek hatibû hilgirtin û li serê dinivîsî “Erdoganî bi sîlehên wî bikujin”. ji ber vê afîşê doz li 4 Swîsriyên piştgirê doza Rojava hatibû vekirin. Dadgerê Dadgeha Federal biryar da ku îdîanameya dozgeriyê ne rast e. Yanî 4 kesên tên dadgekkirin, xelk teşwîqî sûc û şidetê nekiriye. 

Dadgehê biryar da ku ti delîl nîne nîşan bide tohmetbaran bi awayekî berçav bang kiribû ku li dijî Erdogan şidet bê bikaranîn. 

Dadgehê di sedemên biryara xwe de got, “Dermançe li gorî afîşê dikare weke sembola tevahiya wan amûran bê fêmkirin ku divê li dijî Erdogan bên bikaranîn. Di mîtîngên siyasî de afîş bi pirranî sor dikin, aciz dikin.”

Ji ber çalakiya 2017´an sefareta Tirk li Bernê tavilê mudaxil bûbû, xwestibû kesên afîş hilgirtine bên girtin û dadgehkirin; wê Swîsre jî protesto kiribû. Dewleta Tirk wekî din gef xwaribû û gotibû, heger xwepêşandêr neyên cezakirin, ew ê têkiliyên xwe bi Swîsreyê re di ber çavan re derbas bike. 

Niha piştî ku xwepêşandêran beraet kir, berê awiran li Tayyip Erdogan e. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.