Erdogan qir dike cîhan xwe kerr dike
În 3 Hezîran 2022 - 21:09
- “Çi êrişa li ser xwe em ê qebûl nekin, ji ber ku xwîna şehîdan emanet di stûyê me de ye. Armanca dewleta Tirk ew e ku xelkê herêmê koçber bike, destketiyên şehîdan binpê bike û tirsê di nava xelkê de belav bike.”
SELWA EBDUREHMAN / ANHA/MINBIC
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê, Nûra El-Hamid têkildarî gefên dewleta Tirk ên êrişên nû yîn ji bo qirkirnê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, helwêsta civaka navneteweyî şermezar kir û bêdengiya welatên Ereban jî rexne kir.
Çarşema bihurî, Serokkomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan gef xwarin ku ew ê Minbic û Til Rifet dagir bike û xelkê wê qir bike. Ligel wê jî di helwêstên hêzên navneteweyî û welatên Ereban de nezelalbûnek heye.
Tevî ku ji hêzên garantor e, wezareta karê derve ya Rûsyayê, tenê got, ew endîşe dike ji êrişeke Tirk. Beriya wê jî îfade kiribû ku ew ji tirsên ewlekariyê yên dewleta Tirk fêm dike, lê lazim e, ji bo ewlekariyê hêzên dewleta Sûrî li ser sînor bi cih bibin.
Herçî Emerîka ye, wê jî gotibû ew li dijî êrişekê ye, lê zêde dengê xwe nekiribû.
Tirkiye dixwaze tola DAIŞ´ê hilîne
Têkildarî mijarê Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û Gundewarên wê, Nûra El-Hamid got, "Dewleta Tirk êriş û gefên xwe bi awayekî berçav û her tim li dijî xelkê, pêk tîne. Bi vê yekê aramî û ewlehiya herêmê dike hedef."
Nûra El-Hamid wiha dewam kir: "Dewleta Tirk li ku derê bû, dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajarên Sûriyê kontorl kirin ku îro Erdogan gefan dixwe ku dê wan paqij bike? Gelo dê wan ji xelkê ku şerê DAIŞ`ê kirine, ew DAIŞ´a ku gefan li tevahî cîhanê dixwe, rizgar bike?."
Erdogan dixwaze çeteyan li bajêr vegerîne
Nûra El-Hamid destnîşan kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezeran şehîd ji bo rizgarkirina bajar û axa xwe ji terorê DAIŞ`ê dan, îro jî Erdogan careke din dibêje, ew ê çeteyên ku ji xaka wan reviyane, vegerîne û tev li şerê li Bakurê Sûriyê li dijî xwediyê resen ên axê bike.
Nûra El-Hamid wiha pê de çû: "Erdogan behsa paqijkirina herêmê ji terorê dike. Behsa kîjan terorê dike ku ew bi xwe destekê li herêmên Sûriyê yên dagirkirine, dide wan. Erdogan li dijî xelkê herêmê komkujiyên hovane kirin."
Êrişên Tirkiyeyê rawestînin
Nûra El-Hamid piştrast kir ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê gef û êrişên li ser herêmên bi saya xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, şermezar dike. Wê got, çi êrişa li ser xwe ew ê qebûl nekin, ji ber ku xwîna şehîdan emanet di stûyê wan de ye.
Nûra El-Hamid got, armanca dewleta Tirk ew e ku xelkê herêmê koçber bike, destketiyên şehîdan binpê bike û tirsê di nava xelkê de belav bike.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê, Nûra El-Hamid di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û raya giştî kir da ku destwerdanê bike, gef û êrişên dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmê, rawestîne.
120 top avêtin
Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 120 top û guleyên hawinan avêtine gundên Minbic û Babê.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên wê zêde kirine. Wê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Erîma, gundên Korhorîk, Boxaz, Kawiklî û Qurtwêran û Seyade topbaran kirine.
Li gorî daxuyaniyê dagirkeran ji baregeha xwe ya li Şêx Nasir û Şiwêhe ya li rojavayê Minbicê ew herêm kirine hedef.
Topbaranê pêr bi şev saet 11:30’an heta doh sibehê saet 5:00’an dewam kiriye û 120 top û guleyên hawin li gundên navbirî ketine.