- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Hesekê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 4 zarok şehîd bûne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Hesekê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 4 zarok şehîd bûne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî navenda perwerdeya zarokên keç daxuyaniyek da. Navenda ku dewleta Tirk bombebaran kir bi sponsoriya Neteweyên Yekbûyî dixebitî.
Rûyê nû yê DAIŞ´ê ye
Rêveberiyê got, "Piştî hevdîtina dawî ya Erdogan bi aliyên navneteweyî û herêmî re, êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me zêde bûn. Di encama van êrişan de gelek sivîl, zarok û fermandarên li kêleka Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistina DAIŞ'ê şer kirin, şehîd bûn. Îro jî di çarçoveya şerê xwe yê qirkirinê de li dijî gel û herêmên me êrişên nû pêk tîne, mînaka wê jî doh bi şev dewleta Tirk a faşîst bi balafirên bêmirov rêya Til Temir-Hesekê nexasim navenda Hînkirinê ya taybet bi jinan a li gundê Şimoke yê ku tenê 2 kîlometroyan dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye û Neteweyên Yekbûyî sponsoriya wê dike, kir armanc. Di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 zarok jî birîndar bûn Ev zarok hemû keç in. Ev êrişa hovane, hemû pîvan û qanûnan binpê dike û ji sûcên şer e. Di heman demê de ew pêkanîna şerê qirkirinê li dijî gelê me ye û rûyê din ê DAIŞ'ê ye."
Bandorê li temamê Sûrî dike
Rêveberiyê di dewamê de got, operasyona leşkerî ya Erdogan behsa wê dikir jî ev e: "Ji wê diyar dibe ku Erdogan behsa operasyona leşkerî kir, maneya wê ew e ku ew ê terorîzma xwe li ser her kesî ferz bike bêyî ku bersiv hebe.
Ev êriş xeterê li ser zarokan û li ser navendên fêrkirin û sivîlan çêdike û nîşaneya encamên giran dike. Wê bi wê re zêdetir li Sûriyeyê tevlihevî çêbe û rewşeke nû derxe holê ku bandorê li Sûriyeyê û gelê wê bike.
Hincetên dewleta Tirk ên derew ji bo rewakirina êriş û dagirkirina herêmên me ne. Ji lewre xeterên vê êrişê rojane zêde dibin. Ev jî teqez dike ku Sûriye di bin xeter û gefa dewleta Tirk de ye û divê Sûriyeyî hemû vê yekê bizanin û dersan ji siyasetên dewleta Tirk derxin."
NAVENDA NÛÇEYAN