Erdal Tolhildan şehîd bû

Pêncşem 24 Mijdar 2022 - 01:39

HPG'ê nasnameya şehîd Erdal Tolhildan eşkere kir û got, "Li her qada têkoşînê mîrateya têkoşînê ya fermandarên me yên pêşeng Hakî Karer û Kemal Pîr meşand û xwest bigihîne gelên Tirkiyeyê."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "13'ê Tebaxa 2022’yan di êrişên dewleta Tirk a dagirker de li qada Goşînê ya Xakurkê, hevrêyê me yê hêja Erdal Tolhildan şehîd bû. Hevrêyê me Erdal bi bawerî û rastiya ku partiya me PKK û Rêber Apo temînata jiyana bi hev re ya gelan e, tevlî nava refên gerîla bû û ji bo jiyana bi rûmet û azadiya gelên Tirkiyeyê her tim xwe berpirsyar dît û bi vê têgihiştinê tevlî nava têkoşînê bû. Di her kêliya jiyana têkoşîna xwe de mîrateya têkoşînê ya fermandarên me yên pêşeng Hakî Karer û Kemal Pîr dewam kir û xwest bigihîne gelên Tirkiyeyê, lewma kedeke mezin da. Em jî soz didin ku di şexsê hevrê Erdal de têkoşîna afirandina welatekî azad û demokratîk, heta dawiyê dewam bikin.”

HPG´ê ji bo şehîd Erdal Tolhildan got, “Hevrêyê me Erdal, li bajarê Balikesîrê yê Tirkiyeyê ye ji dayik bû. Hevrêyê me kete nava konsantreyek kûr, gelek lêkolîn kirin. Tevî propagandayên reş û derewên dewleta Tirk a faşîst, her ku fikrên Rêber Apo dixwendin, ewqasî dixwest Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas bike. Hevrêyê me Erdal bi kesayeta xwe ya kedkar tê naskirin, di sala 2015’an de dema çû Stenbolê, piştî ku li Zanîngeha Yildiz Teknîkê Beşa Têkiliyên Navneteweyî qezenc kir, bi awayekî çalak dest bi têkoşînê kir. Hevrêyê me Erdal, bi çavên xwe zilma ku dewleta Tirk a faşîst li gelê Kurd kiriye dît û ti carî efû nake, weke şopdarê Hakî Karer û Kemal Pîr bêdudilî tevlî nava refên têkoşînê bû. Sala 2016’an tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû û bersiva pêwîst da dewleta Tirk a faşîst.

Hevrê Erdal perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê serketî qedand, li herêma Xakûrkê dest bi pratîka xwe ya yekem kir. Hevrêyê me di çapemeniyê de jî cih girt û hewl da gerîlayê azadiya Kurdistanê ku li hemberî şer û êrişên dijwar ên li Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan da, ragihînine ji raya giştî re.”

Agahiyên şehîd Erdal wiha hatin eşkerekirin:

* Erdal Tolhildan (Afşîn Sancar Aybar) ê li Balikesîrê hatiye dinê, kurê Hulya û Îsmaîl, 13'ê Tebaxa 2022’yan li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.