- Herî kêm 25 kes mirine û 52 kes jî winda ne.
Li eyaleta Araguayê ya li bakurê Venezuelayê, ji ber ku erd piştî barana zêde heziya, herî kêm 25 kes mirine û 52 kes jî winda ne.
Alîkara Serokdewletê Venezuelayê Delcy Rodriguez bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber heziyana erdê li eyaleta Araguayê herî kêm 25 kes mirin, 52 kes jî winda ne.
Rayedara Venezuelayê diyar kir ku herêm weke herêma felaketê hatiye ragihandin û ji bo sê rojan şîn hatiye îlankirin.
Ji ber ku av di ser gelek çemên bajarê Las Tejeriasê ve çû, rê li ber heziyana erdê û şapê vebû.
Li vî bajarî gelek mal û karker, her wiha kolan di bin heriyê de man.
Delcy anî ziman ku ava pênc çeman di ser ve çûye û xisareke mezin li herêmê bûye.
Wêne: Yuri CORTEZ / AFP/
NAVENDA NÛÇEYAN