• Foza Yûsif li ser hevdîtinên ji bo yekrêziyê yên li Rojava axivî û got, “Niha xitimîne, ENKS bi kujerên Kurdan re wêneyan digire, ‘xetên sor binpê dikeʼ û şertên ku nayên qebûlkirin ferz dike.’’

Endama Konseya Hevseroktiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif der heqê hevdîtinên yekrêziya Kurd a li Rojava de bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çaksû û got, ew hem ji bo çareya pirsên navxwe yê Kurdan û hem jî ji bo krîza Sûriyê strajiya çareseriyê li ber xwe datînin. Fozayê da zanîn ku wan di hevdîtinan de ku ev nêzî salekê ye didomin, hin gavên serkeftî hatine avêtin û got, ‘’Girîng e ku Kurd ji bo çareseriyê werin cem hev. Lê van demên dawî xitimiye, hevdîtin rawestiyane.’’

ENKS Rojava weke şîrketê dibîne

Yûsif guhartina ekîba DYE û koalîsyonê ku navbeynkariyê di hevdîtinan de dikin weke sedemekê nîşan dide û dibêje; ‘’Lê sedema sereke ya xitimandinê ew nêzîkatiya ENKS’ê ye ku Rojava weke şîrketekê dibîne û dixwaze wê par ve bike. Pêvajoya ku Kurd tê de ne, û armanca van hevdîtinên yekrêziyê ne parvekirina Rojava ye. Armanca me ew e ku aliyên siyasî û hêzên li herêmê hemû li gorî giraniya xwe ya civakî bi rengekî demokratîk bibin hevkarê rêveberiyê. Lê ENKS li pey modêla weke ya Başûrê Kurdistanê ye, dixwaze nîvûnîv were parvekirin. Em jî dibêjin realiteya Rojava, gel û pêkhateyên wê ne weke ya Başûrê Kurdistanê ye, modêla Başûrê Kurdistanê li vir nikare were bicihanîn. Ji ber ku her dever xwedî reseniyekê ye. Modêla ku wê were bicihanîn divê li gorî reseniya Rojava be. Dema ku mirov vê nede ber çavan dixitime.

Bi şertên xwe hevdîtinan asê dike

Sedemeke xitimandinê ev e lê sedemeke din jî serdana Tirkiyê ye. Ji ber ku dewleta Tirk hebûn û doza Kurdan înkar dike. Serdana dawî ya ENKS’ê nakokiyên navxwe yên Kurdan zêdetir kir. Ev serdan li nav Kurdan bû sedema nerazîbûnên tund. Di serdemeke wiha de ku êrişa li ser gelê me zêde dibe, li ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê êrişên hovane dibin û demografiya herêmê tê guhartin, ev serdana ku armanc û sedema wê nayê zanîn tesîreke xirab li hevdîtian dike.

Her wiha wêneyên nûnerên ENKS’ê yên bi kujerên Hevrîn Xele re, dîmenên wan ên bi wan çeteyan re ku her roj gelê me dikujin, gavên ji bo yekrêziyê qels dikin. Ev nêzîkatiyên bêberpirsyarî ku guh nadin hesasiyetên gelê me, gavavêtinê zehmet dike û dibe sedema pirsan. Ji ber ku hin xetên sor hene ku em ji wan bi paş ve gav navêjin û li bara van xetên sor divê her kes bi berpirsyarî tevbigere.

Ji ber van sedeman niha xitimandinek heye. Ji ber ku her roj ENKS bi hin şertên ku mirov nikare qebûl bike tê pêşberî me. Tiştên ku dixwaze jî ti hêza siyasî bi serê xwe nikare qebûl bike. Daxwazên ku gel qebûl nake, nikarin bi cih werin hevdîtinan asê dike.’’

DYE û Rûsya xwe bi erka xwe ranabin

Yûsif bi bîr xist ku van demên dawî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsa, Til Temir û Şehbayê, êrişên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî zêde bûne û got, ‘’Mixabin hem DYE û hem jî Rûsya heta niha hewcehiyên peymana agirbestê nepirsîne, şopandina peymana agirbestê li gorî ya hewce bi cih neanîn. Ev rewş jî zemînê ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê re çêdike û wan wêrek dike.’’

NAVENDA NÛÇEYAN