Hunermendê kolanan ê Fransî ku weke JR tê naskirin, li meydaneke Hong Kongê înstalasyoneke nû ya bi navê “Giants: Rising Up” çêkir. Lê ev înstalasyona wî ya nû hosteyên “Feng Shui” aciz kir. Feng Shui doktrîn ango felsefeyeke kevn a Çînî ye. Peyva “feng” tê maneya bayê û peyva “shui” jî di maneya avê de tê bikaranîn. Ev felsefe enerjiya li mekan yan jî meydanekê îşaret dike. Yanî bicihkirina enerjiya xwezayê ya li mekanekî. Ji lewma jî hosteyên felsefeya “feng shui” didin zanîn ku înstalasyona JR enerjiyeke ne baş li meydanê belav dike.
Înstalasyona JR, mirovekî ku ji jor ve dikeve jêr teswîr dike. Bi qasî 12 metreyan bilind e û 12 metreyan jî fireh e. Wî ji bo înstalasyona xwe bambû bi kar anîne da ku Çînê baştir temsîl bike. Lê bambûyên JR sêwirandine di bedena vî mirovî re diçin û hosteyên felsefeya “Feng Shui” jî ji vê yekê nerehet û nexweş in. Li gor wan, ev teswîreke ne baş e û bala xelkê dibe ser enerjiyeke xerab.
JR cara yekem e li welatekî Asyayê li meydanekê înstalasyonekê çêdike. Înstalasyona JR wê heta 23’yê Nîsanê li Hong Kongê were nîşandan.
HONG KONG