Komîteyên venêrînê yên Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, zirarên erdhejê li avahiyan kirine, dinirxînin.

Têkildarî mijarê, Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, komîteyên venêrînê bi rêxistin kirin da ku zirarên erdhejê yên li avahiyên her du taxan çêbûne, binirxînin.

Li ser vê yekê serokê Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endazyar Ednan Jaro got, "Hêza erdhejê mezin bû. Ji ber vê yekê, em li gel komîn û meclisan zirarên avahiyan dinirxînin. Heta niha ti avahî ji ber erdejê hilneweşiyaye û ev jî tiştekî baş e. Lê derz ketine gelek avahiyan û dibe ku hin avahî hilweşin."

Ednan Jaro diyar kir ku ji ber vê yekê û ji bo ev fikar li paş bên hiştin, komîteyên xizmetguzariyê yên komînan dest bi eşkerekirina rewşên avahiyan kir û komîn jî bi rêya xwe avahiyên zirar dîtine ji komîteyên nivîsgeha pîşeyî re dişînin.

 

Nirxandin ji 3 qonaxan pêk tê

Li ser çawaniya nirxandina asta xeteriya avahiyan, Ednan Jaro got, "Nirxandin li ser 3 astan tê kirin. asta yekem; ew avahiyên ku tê de pirsgirêk tine ne û welatî piştî rawestandina erdhejê, dikarin vegerin avahiyan.

Asta duyemîn; ew avahiyên ku tê de jêrzemîn û nêrdewanên rizgarbûnê nehatiye lêkirin. Lê tenê tê de derzên piçûk hene û ti xeterî li wan tinene û welatî dikarin piştî ku erdhej bi dawî bû, vegerin malên xwe.

Asta sêyemîn; ew asta herî xeternak e. Di dîwarên wan avahiyan de zirar çêbûne, ti jêrzemîn tine ne û stûnên wan daketine. Ew avahî yekser tên valakirin û heta zirar bên sererastkirin, divê kes di wan de nemîne."

NAVENDA NÛÇEYAN