‘Encama hewldana me ye’

Şemî 2 Cotmeh 2021 - 02:11

  • Ebdulkerîm Omer, înîsiyatîfa NY’yê ya derbarê malbatên DAIŞ`î de erênî nirxand û got, “Bawer im ev însiyatîf encama hewldan û bangawaziyên Rêveberiya Xweser ên bi salan di vê derbarê de ye.” 

EKREM BEREKAT / ANHA/QAMIŞLO

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, înîsiyatîfa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya piştî civîna 76’an a Komeleya Giştî ya NY’yî (29’ê Îlonê) hatî destpêkirin, erênî nirxand. Armanc ji înîsiyatîfê ew e dewletan, welatiyên xwe yên tev li

DAIŞ’ê bûne ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî ên li kampa Holê, bibin.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres gotibû, nabe Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev rewş wiha dewam bike û hişyarî dabû heke ku ev aloziya hiqûqî bi awayekî giştî neyê çareserkirin, dê civaka navneteweyî bi xeteriyên ewlehiyê yên demdirêj re rû bi rû bimîne. Guterres gotibû ku aliyên navneteweyî ji bo bidawîkirina vê aloziyê bi lez, çareseriyan bibîne.

Ji zêdetirî 54 welatan in

Tenê li kampa Holê nêzî 60 hezar kes hene, piraniya wan ji malbat û alîgirên çeteyên DAIŞ’ê ne. Her wiha beşekî taybet ji jinên biyanî yên di nava DAIŞ’ê de heye bi navê “Muhacîrat” tê nasîn û tê de zêdetirî 8 hezar kes heye, piraniya wan zarokên kêmî 14 saliyê ne. Li girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nêzî 12 hezar çeteyên DAIŞ’ê tên ragirtin, ew çete ji zêdetirî 54 welatan in.’’

Rêveberiya Xweser bi salan e bang dike

Ebdulkerîm Omer înîsiyatîfa NY’yê erênî nirxand û got: “Bawer im ku ev înîsiyatîf encama hewldan û bangawaziyên Rêveberiya Xweser ên bi salan di vê derbarê de ne. Di 3’yê Hezîrana borî de bi rêya Zoom bi nûnerên 50 welatên Ewrûpa, hin saziyên Yekitiyên Ewrûpayê û nûnerên Wezareta Karên Derve ya Emerîka û Kanadayê re civînek hat lidarxistin. Me piştrast kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka DAIŞ’ê divê dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ’ê de bûn, bi taybetî jin û zarokan vegerînin welatên wan.’’

Xwe didin alî

Omer bang li dewletên ku di mijara vegerandina welatiyên xwe de xwe didin alî, kir ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser da ku mercên mirovî û ewlehî ku malbatên DAIŞ’ê li kampan tê de dijîn, werin başkirin.

Omer îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gelek caran bangawazî kir û wiha axivî:

“Tevgerên pir kêm ên hin dewletan hene. Peywendî bi hin welatên Ewrûpayê re hene da ku welatiyên xwe vegerînin. Lê di rastiyê de, pirsgirêk pir mezin e , ji ber ku hejmareke zêde niha li cem heye.

Em nizanin wê kengî biteqe

Li kampa Holê zêdetirî 11 hezar kes hene, piraniya wan zarok in, ew ji zêdetirî 54 welatên cuda yên Asya û Ewrûpayê ne. Omer di vê derbarê de ev agahî parve kirin: “Dosyaya malbatên DAIŞ’ê pir bi girêk e. Nêzî 50 zarokên sêwî ku nasnameyên wan nayên zanîn hene. Hin jin xwedî zêdetirî 4 zarokan in, her zarokek ji bavekî ye û her bavek ji welatekî cuda ye.

Rewş niha li kampa Holê, mîna narîncokên li ber teqînê ye. Em nizanin dê kengî biteqe. Lê helbet dê bandorên mezin li me û li civata navneteweyî bike.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.