Emîrê Firatê yê çeteyan hat girtin

Duşem 30 Mijdar 2020 - 16:35

  • Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hecînê di operasyonekê de, li bajarokê Şefayê 2 serekçeteyên DAIŞ’ê girtin.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hecînê di operasyonekê de, li bajarokê Şefayê 2 serekçeteyên DAIŞ’ê girtin.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hecînê di çarçoveya operasyonên berfireh ên dijî rêxistiniya hucreyan a çeteyên DAIŞ’ê de doh bi şev li bajarokê Şefa û derdora wê operasyon kir.

Hêzên Meclîsa Leşkerî, serekçeteyê bi navê B.C.E. girt ku weke ’emîrê Firatê’ yê çeteyên DAIŞ’ê dihate pênasekirin. Ev koma çete di heman demê de plansaz û berpirsyarê gelek êrişên dema dawî yên li herêma Baxozê bû.

Serekçeteyê din ê hate girtin jî S.D. ye ku ji êrişên li Hecîn û Baxozê berpirsyar bû.

Her du serekçete li xwe mikur hatin ku gelek êriş kirin, ji teqîna li dijî meclisa herêmî ya Şefayê, teqandina erebeyekê li hemberî stasyona sotemeniyê ya Şamê, êrişa li dijî wesayîteke leşkerî û teqandina mala Ebdulselam Xelîf El-Salim û gelek bûyerên çetewarî yên li herêmê.

DÊRA ZORÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.