‘Em zimanek nû diafirînin’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Kanûn 2023 - 00:15

  • Derhêner Haşim Aydemîr diyar kir ku bi parastina nirxan re wan bi nihêrîneke nû zimanekî nû yê sînemayê afirandine û got, "Em xizmetê ji berxwedanê, ji hunera xelkê xwe re dikin."

NÛJIYAN ADAR / ANF / HESEKÊ

Derhêner Haşim Aydemîr dibistanên seretayî, navîn û lîse li Edeneyê xwend, li Zanîngeha Stenbolê beşa rojnamevaniyê qedand. Li gel beşa rojnamevaniyê di dema xwendina zanîngehê de ber bi sînemayê ve gav avêt. Haşim Aydemîr rêzefilmê 'Ax û Jiyan' ku rêzefilmê destpêkê yê li Kurdistanê bû û ji 50 beşan pêk hat, di sala 2010'an de bi pêşengiya Komeleya Rojhilata Navîn a Sînemayê re çêkir. Rêzefilmê 'Ref' ê ku dîmenên wî li kolanên Amedê hatin girtin jî bû projeya wî ya duyem a mezin. Di sala 2013'an de jî belgefilma bi navê 'Dema evîn dikeve dil' çêkir.

Aydemir her wiha derhêneriya filmê “14'ê Tirmeh”ê yê ku rastiya Hepsa Amedê şirove dikir kir. Filma ‘14’ê Tîrmeh” di sala 2016’an li Amedê hat çêkirin. Aydemîr wekî din di sala 2017’an de jî pirtûka “Dema Dirîreşkan” ya Murat Turk adapteyî sînemayê kir. Her wiha wî filmê “Li Sûrê Dewran” jî dîsa ji ber çîrokên Murat Turk girt û kire film.

Aydemir herî dawî di sala 2022'an de dest bi rêzefilmê 'Evîna Kurd' kir ku behsa berxwedan û şoreşa li Rojava dike. Aydemîr niha jî hewl dide li Rojava filmê bi navê ‘Heval Kekê Min’ temam bike ku niha girtina dîmenên filmê dewam dikin.

Em bi piştevaniya xelkê hene

Haşim Aydemîr anî ziman ku li Kurdistanê çêkirina film tê maneya vegotina rastiya gel, vegotina zor û zehmetiyan û got, "Tu behsa rastiyan dike. Ev yek jî li gel astengiyan her wiha dibe karek ku tu bi gel re dike. Me ev yek di filmê 14'ê Tîrmehê, Dema Dirîreşkan, Li Sûrê Dewran, Ax û Jiyan, Ref, Evîna Kurd û Heval Kekê Min de dît. Em bi piştgiriya gel vî karî dikin. Ji lîstikvaniyê heta bi tîma teknîkê mirov dixwazin bixebitin û bibin parçeyek ji film. Ev yek hesteke mezin bi mirov re çêdike. Kurd cara yekê ye ku behsa rastiya xwe dikin. Me berê kamerayên xwe dan xwe. Ne pêwîste ku hinekî din berê kamerayên xwe bidin me, em ê bi xwe behsa xwe bikin. Kelecaneke mezin dide mirovan. Dayikek 80 salî radibe, serê sibehê bi piyên xwe yên pêxwas di film de cih digire. Ev hesteke pirr xweş e û kela canê mirov radike. Wekî din zarokek piçûk heye ku di film de cih digire, ev jî tiştekî hêja ye.”

Bi hezaran film dikarin werin çêkirin

Haşim Aydemîr balê bir ser dîroka 40 salî ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û got, "Li ser bûyerên ku di nava vê dîrokê de qewimîn bi hezaran film dikarin bêne çêkirin. Tişta ku em bala xwe didin ser rastiya civakê ye. Bi taybetî hesreta xwe ya ji bo azadiyê ye. Lêgerînek ji bo jiyaneke nû heye." Aydemîr destnîşan kir ku huner jî qadeke berxwedanê ye, lewma em di her filmî de xizmetê ji berxwedan û hunera xelkê xwe re dikin.

Hewldana afirandina zimanekî nû 

Haşim Aydemîr da zanîn ku Komuna Film a Rojava 8 sal in ava bûye, li qada hunerê şareza dibe û got, "Belgefilm, filmên kurt, nîşandana filman, senaryo amade kirin. Herî dawî me rêzefilmek amade kir. Niha çend projeyên sînemayê hene. Tişta herî mezin a ku qada azadiyê afirand, kûrbûna li ser film e. Me timî dest bi hilberandina filman kir. Mînak, berê sê, çar salan carekê filmek dihate çêkirin, lê niha biryar hatiye dayin ku îsal sê film bêne çêkirin. Ev yek hesteke bêhempa ye. Tişta ku em dixwazin, armanca me ew e ku her hefteyê filmekî amade bikin. Yanî divê em karibin 50 filman amade bikin. Çima? Ji ber ku gelek mirov hene ku em xwe digihînin wan, gelek çîrokên wan hene, hestên wan hene. Bûyerên qewimîn, êş, kêfxweşî, hesret, armancên me wê bibin naveroka filman. Bêguman pirsgirêk hene. Sînema ji ber ku qadeke nû ye, nû hîn dibe. Hewl tê dayin ku zimanekî nû bê afirandin. Em hewl didin ku li ser sînemaya beriya me tiştekî zêde bikin, nirxên xwe biparêzin û nihêrîneke nû sînemayê biafirînin."

Heger xelk bêje ‘ev ya min e’ serketî ye

Derhêner Haşim Aydemîr herî dawî got, "Eger gel di sînemayê de rastiya xwe dibîne, lê temaşe dike, dibêje ev ya min e, parçeyek ji min e, hingî em sînemavanên Kurd di rêya rast de ne. Eger berhemên me rastiya gel nîşan didin, bi rastiya vî gelî dadikeve, hingî me ev kar bi ser xistiye. Sînemavanê Kurd divê hinek jî bê tirs bin. Psîkolojiya mêhtingeriyê di gelek waran de xwe nîşan dide lê divê neyê jibîrkirin xelkê Kurd her tim bedelên giran dane. Divê em li hember pêkutiyên mêhtingeriyê bi sînemayê li ber xwe bidin û di warê çandî de bibin bersiv. Huner ji bo vî tiştî heye divê em karibin hunerê bikin eynika trawmayên xwe û birînên xwe derman bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.