MURAT MANG/BIELEFELD

Li bajarê Bielefeldê yê Elmanyayê civînekli Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin. Civîn 14ʼê Adarê bi armanca bal kişandina ser êrişên li ser Şengalê û şermezarkirina Hukûmeta Bexdayê pêk hat.

Di civînê de li ser navê Meclîsa Sîwana Jinên Êzidî (MSJÊ) Qumrê Alkiş, li navê Navenda Civaka Êzidî (NCÊ) Şerzat Akbulut, Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd a Bielefeldê Xatûn Dogan û siyasetvanê Kurd Osman Ergîn beşdar bûn.

Qumrê Alkiş di axaftina xwe de diyar kir ku ew neçar in destê xwe bidin hev û got: “Em ê çi bikin em niha bikin. Êrişên li ser Şengalê û li ser serokatiya me armanca xwe yek in. Em ê li ber xwe bidin, berdêla xwe çi dibe bila bibe. Em ê paş de gav neavêjin.”

Siyasetvan Osman Ergîn jî got, êriş ne tenê li ser Şengalê ye, li ser Kurdistanê hemû ye. Şerzat Akbulut jî got, ew ê xwedî li Şengalê derkevin û çalakiyên xwe bidomînin.