Em serbilind in

În 17 Çile 2025 - 03:10

Gaziyên şer ên li bajarê Şedadê ji bo rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, di axaftinan de hat diyarkirin wê gaziyên şer heya dawiyê berxwedana xwe bidomînin û gotin:“Em jî weke gaziyên şer ji bo parastina şoreşa xwe çawa bi salan e, di nav têkoşînê de ne, ji niha û şûn ve jî ji her demê zêdetir em ê di nav refên berxwedanê de bin.” Gaziyên berxwedana gel û ya şervanan silav û pîroz kirin dan xuyakirin, di wê pêvajoya dawî ya êrîş bi hemû dijwariya xwe didomin gazî û birîndarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her li meydanên şer bûn û gotin:“Em weke gaziyên şer ên ji pêkhateyan cuda yên welat pêk tên, me ji şoreşa li ser bingehê paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo yeqîn kiriye. Ji bo vê şoreşa pîroz me ji bedena xwe parçe dane. Em bi vê serbilind û şanaz in. Em weke Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana rûmet a şervanan û gelên xwe silav dikin. Di refên herî pêş de cihgirtina me ya li rex şervanên azadiyê ji bo me serbilindî ye.” Gaziyan her wiha êrişa li hemberî konvoya gel ku gelek welatî şehîd û birîndar bûn şermezar kirin, anîn ziman ku wê tola şehîdan rakin û dagirkeran ji xaka xwe derxin.

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.