Em roj bi roj mezintir dibin

Sêşem 20 Îlon 2022 - 21:21

  • Zaneyê Kurd Mûsa Anter di salvegera 30’î ya qetilkirina xwe de li kolana lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn. 

Zaneyê Kurd Mûsa Anter di salvegera 30’î ya qetilkirina xwe de li kolana lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn.

Rojnamevan Huseyîn Aykol got, “Em roj bi roj mezintir dibin.” 

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ji bo bibîranîna Apê Mûsa (Anter) ku di 20’ê Îlona sala 1992’yan de li Semta Seyrantepe ya Amedê hatibû qetilkirin, merasîma bibîranînê li dar xist. Merasîma bibîranînê li Kolana 442’yan a Taxa Cumhuriyetê ya Seyrantepe ya Amedê hat lidarxistin. 

Di bibîranînê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû got, “Guleya li Apê Mûsa hatiye xistin, li zimanê gelê Kurd, li lêgerîna heqîqetê hat xistin. Xwestin bi qetilkirina Apê Mûsa re gelê Kurd bêdeng bikin û bêpênûs bihêlin. Lê belê peyrewên wî hîna jî rastiyan dinivîsin. Cengîz Altûnan, Gurbeteliyan, Ferhat Tepeyan, Denîz Firat û Nûjiyan Erhanan ew pênûs dewr girtin û ji me re hiştin. 16 kedkarên çapemeniya azad û peyrewên Apê Mûsa ji ber ku heqîqet bi gel re parve dikirin, di 16’ê Hezîranê de hatin girtin. Em li vir dîsa dibêjin; ev kesên ku dema hewl didan rastiyê bigihînin gel û di vê oxirê de hatine qetilkirin, rûmeta me ne. Em pênûsa Apê Mûsa ne. Em generalên wî yên piçûk in. Em peyrewên wî ne û em ê dest ji têkoşîna heqîqetê bernedin.” 

Rojnamevan Huseyîn Aykol jî got “Ez hatim vê derê ku deynê xwe yê ji bo Apê Mûsa bidim. Ka te em çawa hiştibûn em wisa nînin. Ji wê rojê heta niha me nêzî 50 rojname derxistin, radyoyên me çêbûn. Televîzyonên me hene ku ji bo cîhanê weşanê dikin. Ev bû 33 sal ku ez li vê derê me. Ciwanên di emrê zarokên min, neviyê min de niha tev li çapemeniya azad bûne. Roj bi roj em mezintir dibin.” 

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.