Em qeyûm qebûl nakin

În 31 Çile 2025 - 02:35

Dayikên tev li çalakiya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê bûn gotin:"Em biryara tayînkirina qeyûm qebûl nakin. Em ê li ber xwe bidin." 

 Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk, waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya weke qeyûm li Şaredariya Sêrtê tayîn kir. Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm ên li pêşiya Şaredariya Sêrtê di tevahiya rojê de domiyan. Dayikên tev li çalakiyê bûn, gotin ku ew biryara tayînkirina qeyûm nas nakin. 

 Kumru Kaçar a di berxwedana li pêşiya şaredariyê de cih digire, wiha got: “Erdogan, neheqî, zilm û komkujiyan dike. Em biryara tayînkirina qeyûm qebûl nakin. Em ê li ber xwe bidin. ” 

Ayşe Taşçi jî qeyûm weke “zilm” nirxand û wiha domand: “Li dijî van zilman em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.” 

Fatma Yildiz jî anî ziman ku îktîdar ji bo rantê qeyûman tayîn dike û wiha pê de çû: “Dibêjin hevdîtin tên kirin û çareserî heye. Wê demê divê qeyûm, mirin û şer nebin. Em ji van derewên dewletê bawer nakin. Bila her kes bê vê derê û xwedî li şaredariya xwe derkeve.” 

Atîke Erdogan jî wiha got: “Em ê li ber xwe bidin û van polîtîkayan qebûl nekin. Şaredarî mafê me ye. Dema hilbijartin hat bila li ser sindoqê qezenc bikin. Çima qeyûman tayîn dikin?” 

MA/SÊRT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.