• Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî got “Armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku xaka me dagir bike û bike Tirk. Ev êrişên dagirkeriyê jî bi destê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê pêk tîne ku ji çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê berhev kirine, û ew jî di nava lîsteya terorê de ne.”

ZANA DENÎZ
ANHA/QAMIŞLO

Di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re salek derbas bû. Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî got, di vê sedsalê de sûcên çeteyan ên dagirkerî, guhertina demografiyê, asîmîlasyon û hwd. baş hatine dîtin û divê hêzên navneteweyî bikevin nava hewldanan. 
Ebdî bal kişand ser peymanên bi DYA û Rûsyayê re yên di pêvajoya dagirkirina herêmên navborî de û diyar kir ku berpirsyariya xwe bi cih naynin û ji DYA û Rûsyayê xwest ku berpirsyariya ji ber garantoriyê dikeve ser milê wan, pêk bînin.
Mezlûm Ebdî der barê dagirkirineke nû ya muhtemel de jî got: “Çi dema ku dewleta Tirk firsend dît, bêguman dê êrişeke bi armanca dagirkeriyê berfireh bide destpêkirin. Lewma jî divê em ji aliye siyasî, leşkerî û têkoşîn û azadiya civakî de amade bin. A niha em xurt in, ew jî qels in. Hem hevsengî û hêzên navneteweyî û hem jî yên herêmî li gel me ne. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk hema wisa li gorî dilê xwe nikare dagir bike. Heke bixwaze vê yekê bike jî, dê fatureya vê ji bo hemû hêzên li vê derê pir giran be.”

Paşeroja gelan xweserî ye

Ebdî got yekitiya gelên herêmê roj bi roj xurttir dibe û aliyên ku dixwazin vê têk bibin jî tu encamê bi dest naxin. Ebdî mînaka Dêrazorê da û destnîşan kir ku di encama suîqastên li dijî şêxên eşîran de gel li dor QSD’ê û Rêveberiya Xweser kom bû û got: “Gelên herêmê bi hev re li dijî DAIŞ’ê şer kir. Di serî de gelê Ereb û gelên herêmê dît ku paşeroja wan di Rêveberiya Xweser de ye.”

Her hedefa wê Kurd in

Li ser pirsa “Dibe ku dewleta Tirk dest bi êrişeke dagirkeriyê bike?” Ebdî got: “Niha du rewş hene, divê em wan ji hev cuda bikin. Her tim armanceke dewleta Tirk heye ku êrişeke mezintir bike. Ne wekî ku propaganada wê tê kirin; ji ber ku li vir hin dijminên dewleta Tirk hene, êriş nake. Ev dereweke mezin e. Derdê esas ê dewleta Tirk gelê Kurd e. Bi tu awayî naxwazin Kurd li vir bibin xwedî statu. Dewleta Tirk tehemulî mafekî herî biçûk ê gelê Kurd jî nake. Dewleta Tirk her tim dibêje “Me xetayeke mezin kir ku me hişt Kurd li Başûrê Kurdistanê bibin xwedî statu, em ê vê xetayê li wê derê dubare nekin.” Hêj di sala 2011’an de ev yek digotin. Bi awayekî aşkera ev gotin. Îro jî di çarçoveya vê siyasetê de hewldanên xwe dikin. Lewma jî heke ji dest bê dê hema sibê êriş bike. Bi tu awayî dewleta Tirk dev ji armanca xwe ya dagirkirina vê herêmê bernedaye. Dema ku ev der dagir kir, bi tenê pêşî li statuya Kurdan nagire, her wiha ji bo siyaseta xwe ya derve jî bi kar tîne û dê bi kar bîne jî. Çeteyên ku dişîne Lîbya û Azerbêcanê, ji vê derê dişîne. Dagir dike, mirovan bi rêxistin dike û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lewma jî divê haya me ji vê yekê hebe û em her tim bergiriya xwe bikin.

Ji ber qelsiya xwe êriş dike

Lê divê ev jî bê zanîn; dewleta Tirk ne xwedî wê hêzê ye ku çi tişta bixwaze, dikare bike. Dibe ku wisa nîşan bide lê rastî ne wisa ye. Pirsgirêkên wê yên pir giran hene. Di hundir de pirsgirêkên wê yên mezin hene. Heke îro êriş pêk tên jî, ne ji ber xurtbûna wê ye, berevajî wê, ji ber qelsiya wê ye. Dewleta Tirk li vê herêmê hema wisa her tişta ku dixwaze, nikare bike. Hem hevsengiyên herêmî vê yekê nahêlin, hem jî amadehiyên me yên dîplomatîk, siyasî, leşkerî destûrê nadin vê yekê. Heke bê pirsîn ku dewleta Tirk dê dîsa êriş bike yan na; belê, çi dema dewleta Tirk firsend bibîne, dê êriş bike lê ew qas jî hêsan nabe.

Hevdîtin baş dimeşin

Em wek QSD garantorên hevdîtinên her du aliyan in. Em hevdîtinên aliyan bi DYA’yê re dewam dikin. Hevdîtinên PYNK û ENKS’ê heta niha bi awayekî erênî dewam dikin. Her du aliyan di warê siyasî de li hev kir. Her du alî jî li ser siyaseta ku dê li herêmên dagirkirî bê meşandin, mutabiq in. Ev rewşeke erênî ye. Diyar dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ne û wan êrişan qebûl nakin. Dîsa her du alî jî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin wek herêmên dagirkirî pênase dikin. Ji bo ku ew herêm werin azadkirin û bibin parçeyekî Sûriyê, lihevkirî ne. Em bawer dikin ku dê ew hevdîtin serkeftî bin û encamek jê derkeve. Encama ku ji van hevdîtinan derkeve dê bandoreke baş li azadkirina herêmên dagirkirî bike. Divê helwesta Kurdan a têkildarî vê mijarê yek be û lewma jî bandora wan a li ser hêzên navneteweyî dê xurttir be.