Em ne tiştekî hev in !

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 8 Kanûn 2022 - 02:13

Li Tirkiyê hê jî zimanê Kurdî, hebûna Kurdan û nasnameya wan qedexe ye. Ev tine-hesibandin, ev sed sal in dewam dike. Dewleta Tirk hebûna xwe li ser tinekirina Kurdan dimeşîne. Mînakên wê îro jî hene û roj bi roj zêde dibin. Li meclisa Tirkiyê, dema mesele dibe zimanê Kurdî, destûra wê nayê dayîn. Herî dawî me dît ka çawa li meclisê destûr nedan parlamenterê HDP'ê yê Amedê, Îmam Taşçier bi Kurdî biaxive. Parlamenterê CHP'ê yê ku meclisê bi rêve dibe ji Taşçier re dibêje, bi zimanekî ku ez ji te fêm bikim, biaxive. Jixwe, mesele jî ew e. Ev sed sal in ji me fêm nakin û naxwazin fêm bikin.

Dema mesele tênê gotin û galgal e, dibêjin ma çi ferqa me heye, em xwişk û birayên hev in. Heger em xwişk û birayên hev bin, wê demê çima tu ji min fêm nakî. Ew parlamenterê ku destûrê nade axaftina bi zimanê Kurdî, bi zimanê Îngîlîzî dizane. Lê li welatê wî nêzî 30 milyon Kurdî hene û bi zimanê wan nizane. Heger li wê parlamentoyê bi zimanê Ingîilîzî, Erebî û Fransî axaftin hatiba kirin, pirsgirêk tineye. Lê dema mesele dibe Kurdî, dibêjin, em fêm nakin. Kîjan rojê ew ji me fêm bikin, wê demê mesele diqede. Lê ew bi zanebûn naxwazin ji me fêm bikin. Ji zimanê me, hebûna me û nasnameya me ditirsin. Zimanê Kurdî ji bo wan zimanekî terorê ye. Kurdan terorîst dibînin û zimanê wan jî qedexe dikin. Heger tu bi Kurdî biaxivî, mesele diqede.

Ev dewlet û rayedarên wê, eşkere dijminatiyê li Kurdan dikin. Em vê yekê fêm dikin, ji ber ku polîtîkayeke taybet a dewletê ye. Lê civak çawa vê yekê qebûl dike. Civaka li Tirkiyê jî li gorî polîtîkaya dewletê dimeşe. Civak jî dibêje, em xwişk û birayên hev in, lê ji zimanê min fêm nake. Gotinekê jî bi Kurdî nizane û naxwaze zanibe. Heger bi milyonan Kurd li Tirkiyê hebin, çawa dibe ku Tirk bi vî zimanî nizanibin. 

Li Tirkiyê bi dehan zimanên biyanî hene û qedexe li ser wan tineye. Ev tiştekî xweş e û kes ne li dijî ye. Lê çima heman helwêst beramberî Kurdî tine ye? Dewleta Tirk bi çavê dijminan li Kurdan dinihêre. Di siyaseta wan de, divê Kurd koleyê wan bin. Heger ne wilo bûya, wê destûra zimanê wan hebûya. Lewma jî heta ku ew ji me fêm nekin wê pirsgirêk jî çareser nebe. Li vê derê ne pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka nijadperestiya Tirkan heye. Heger Tirkan nijadperestî nekiriba, ewqasî Kurd wê nehatibana qetilkirin. Ewqas komkujî, dagirkerî û qirkirin ji vê nijadperestiyê tê. Ji bo Tirkan her tişt yek e. Yek ziman, yek al, yek netewe û yek dewlet. Ji bo vê nijadperestiyê ye ku Erdogan ewqasî li ser desthilatdariyê ye. Ew dizane ka xitabî çi dike.

Li vê derê gilî û gazinên me li dewletê tinene. Em dizanin ku ev dewlet pergaleke faşîzan dihewîne. Lê civaka wê? Ma di vê sedsalê de ku teknolojî ewqasî bi pêş ketiye û her kes her tiştî dibîne, çawa dibe ku civaka li Tirkiyê vê yekê nabîne? Heger dibîne û naxwaze jê fêm bike, wê demê pirsgirêka Tirkan heye. Ev dewlet Kurdan qetil dike, cenazeyên wan parçe dike, goristanên wan xera dike, êşkencê li miriyên Kurdan dike, Kurdan bi çekên kîmyewî dikuje, li zindanan girtiyan qetil dike, girtiyên ku cezayê wan qediyane bernade û gelek mînakên din. Di rewşeke wiha de ev civak çi dike? Heger em xwişk û birayên hev bin, çima tu vê nabînî?

Ev dewlet dibêje ez ê biçim Rojava û xelkê qetil bikim. Dibêje, ez ê welatê Kurdan dagir bikim û wan ji wê derê derxînim. Lê civaka Tirkan ranabe û nabêje, ez li dijî vê me. Ka li ku derê ma xwişk û biratiya me. Heger rewş ev rewş be, em ne tiştekî hev in. Yên dibêjin, ti ferqa me ji hev tineye, bila bibînin. Ferqa me heye û em naşibin hev. Yên ku Kurdan qetil dikin û zimanê wan qedexe dikin Tirk in û dewleta wan e. Heger ferqa me tinebe, wê demê li ber rabe û qebûl neke. Yan jî em ne tiştekî hev in û em ji hev re nabin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.