Em li rex DEM’ê ne

În 15 Adar 2024 - 00:31

  • TEV-ÇAND Ewropayê û Kevana Zêrîn piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê aşkere kirin û bang li gel kirin ku dengê xwe bidin DEM Partiyê:’’ Divê mafên gelê Kurd bê naskirin. Divê ev maf di peymanên navneteweyî de li ser kaxizê nemînin. Em bang hemû gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin namzetên DEM Partiyê.’’

TEV-ÇAND Ewropa û Kevana Zêrîn bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî dan Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Di daxuyaniye de hat diyarkirin ku divê her kes di hilbijarinên xwecihî yê 31’ê Adarê dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha hat gotin: “Wek tê zanîn hilbijartinên herêmî wê di 31ê Adarê de bên lidarxistin. Em hunermend û kedkarên çandê yên li Ewropayê dijîn, diyar dikin ku di hilbijartinên herêmî de em piştgiriyê didin partiya gelan, DEM Partiyê.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Qeyûm her tiştê Kurdan qedexe kiriye

“Ji bo avakirina demokrasiya xwecihî, şaredarî ango rêveberiyên xwecihî xwedî cihekî girîng in. Ev nêzî 10 salan e ku dewleta Tirk bi zorê şaredariyên Kurdan dagir dike û qeyûman tayînî şaredariyan dike. Ev bêrêziyek li îradeya demokratîk e. Hevşaredarên hilbijartî ji kar tên dûrxistin û têne girtin. Qeyûman tenê îradeya gel desteser nekiriye, her wiha dewlemendiyên şaredariyan jî dîzîne û çi hebe talan kirine. Dîsa, navên ku Kurdî yên ku li park, kolan û navendên çandê hatibûn danîn, rakirine. Şano, konser û mîhrîcanên Kurdî qedexe û asteng kirine. Em Tevgera Çand û Hunerê, bi hêza yekkirinê û veguherînê ya hunerê bawer in. Em ê ji niha û pê ve jî wekî berê erka xwe pêk bînin. Em ê di van hilbijartinan de ji bo parastin û pêşxistina îradeya xwe ya demokratîk, ji bo ziman û mîrateya xwe ya çandî li kêleka DEM Partiyê bin.

Divê heqê Kurdan were naskirin

Em Tevgera Çand û Hunerê, ji bo baweriya xwe ya bi nirxên demokratîk, bi civakeke wekhev û bi pergaleke cîhanî ya adil; di van hilbijartinan de piştgiriya DEM Partiyê dikin. Divê mafên gelê Kurd bê naskirin. Divê ev maf di peymanên navneteweyî de li ser kaxizê nemînin. Em bang hemû gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin namzetên DEM Partiyê. Mîna her cure rêbazên têkoşînê, ev hilbijartin jî xwedî girîngiyeke mezin e. Her dengê ku ji DEM Partiyê re tê dayîn sîleyeke li rûyê faşîzmê ye. Li qadên Newrozan bi coşa xwe û di hilbijartinên 31'ê Adarê de jî bi dengên xwe faşîzmê li erdê bixin. Em gelê xwe yê ku her roj bi coşa Newrozê li qadanin silav dikin û dibêjin: Newroz a we pîroz be!”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.