Hevserokên Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK) û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) têkildarî hilbijartinan ku wê piştgiriyê bidin kê, ji ANF’ê re axivîn.

Hevseroka AABK’ê Nevîn Kamîlagaoglû ragihand ku ji bo bidawîbûna rejîma Erdogan, wê di hilbijartinên serokkomariyê de piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû û got;“Di welatek demokratîk de, zext li rojnamevan û partiyek siyasî ya mîna HDP’ê nayê kirin. Hevserokên wê nayên girtin, qeyûm nayê avêtina ser şaredariyan.”

Kamîlagaoglû diyar kir ku têkildarî hilbijartinên meclîsê helwesta wan zelal e û got;“Heta niha komîteyên koordînasyonê hatine avakirin. Federasyonên welêt û cemxane wê li gorî vê koordînasyonê bixebitin. Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo ku di meclîsê de nûneriya herî baş bike, em ê her tiştê ku ji destê me tê pêk bînin.”

Hevseroka FEDA’yê Hûriye Kabayel destnîşan kir ku ev bi salan e Elewî rû bi rûyê zextê ne û got;“Elewî bi sedsalan e tên qirkirin. Di dîroka komarê de CHP’ê ti caran piştgirî nedaye. Em xwe di Tifaqa Ked û Azadiyê de dibînin, em difikirin ku em ê xwe li wir îfade bikin. Em bang li Elewiyan dikin ku deng bidin Tifaqa Ked û Azadiyê.”

Kabeyel bal bire ser zilma dîrokî ya ku CHP’ê li Dêrsimê pêk aniye û got;“Divê Dêrsimî vê yekê qet ji bîr nekin. Cihê me li gel Tifaqa Ked û Azadiyê ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN