- Mazlûm Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk naxwaze li Sûrî çareseriyeke siyasî bibe û got: “Dewleta Tirk ji bo Kurdan bixe nava şerekî navxweyî hewl dide û li dû firsendekê ye. Ger şerek biqewime herî zêde wê Şoreşa Rojava jê zirarê bibîne."
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, tevlî bernameyek taybet a di Ronahî TV'î de bû û bersiva pirsên der barê hin mijarên rojevê de da.
Ebdî, diyar kir ku divê pirsgirêkên di navbera aliyên kurdan de bi rêya diyalogê bên çareserkirin û da zanîn ku bi sedema nûnerên ENKSʼê û nûnerê Emerîkayê ku wekî garantor beşdarî civînan dibû, ne amade bûn, hevdîtinên di navbera ENKS û PYNKʼê de bi awayekî demkî rawestiyan.
Mazlûm Ebdî, bal kişan ser pêvajoya şerê li Kobanê û wiha axivî: "Di dema şerê Kobanê de, hêzên Kurdan hemûyan alîkariya me kirin. Bi hezaran gerîla hatin alîkariya me, bi salan li kêleka me şer kirin û ji wan 4 hezar gerîla ji bo parastina Rojava şehîd bûn. Berî DAIŞʼê jî, li dijî Nusra û El-Qaîdeyê bi têkoşîneke mezin gelê Rojava parastin. Em weke gelê Rojava û hêzên parastina Rojava ji PKK û hêzên din ên kurd re spasiya xwe pêşkêş dikin.
Em li dijî şerê navxwe ne
Civîna ku KNK`ê bi Yekitiya Parlamanterên Kurdistanê re çêkir, ez jî beşdarê bûm. Kurdistan êdî ne Kurdistana 20 sal berê ye. Beriya salên 2000ʼî şer di navbera hêzên Kurdî de diqewimî, hêzên başûrî di nava xwe de şer dikirin, di navbera PKKʼê û PDKʼê de jî şer qewimî, lê belê ev pêvajo êdî li pey me man. Hêz hatin guhertin, raya giştî ya kurdî çêbû, dostên me êdî hene. Ji ber wê hêzeke ku bixwaze şer derxe, wê ji xwe re alîgiran nebîne.
Çawa ku PKK û PDKʼê 20 sal in pirsgirêkên xwe bi rêyên diyalogê çareser dikin, divê ji niha şûnde jî wisa be. Ji ber ku rewş hîç neguheriye. Lê ger ku aliyek bixwaze êriş bike, em wekî hêzên Rojava em ê li beramberî wan bisekinin. Em ê bi ti awayî vê qebûl nekin. Di vî alî de helwesta me pir zelal e.”
Em bi xelkê Şengalê re ne
Li ser pirsa der barê rewşa Şengalê de Mazlûm Ebdî got: “Ya rast, di navbera Şengal û Rojava de têkiliyeke taybet heye. Di navbera me de têkiliya dîroka nêzîk heye. Di fermana 2014ʼan de, dema ku em çûn alîkariya xelkê Êzîdî me li wê derê nêzî 300 şehîd da. Me koorîdoreke mirovî vekir û xelkê Êzîdî gihand herêmeke ewle. Ji ber wê, paşeroja xelkê Êzîdî me jî eleqedar dike û me di vî warî de nêrînên xwe bi aliyan re jî parve kir. Me hem bi Iraqê re, hem jî bi Koalîsyona Navneteweyî re ev nêrîna xwe parve kir û me helwesta xwe danî holê.
Ger wê li Şengalê peymanek ango çareseriyek çêbibe divê îradeya xelkê Şengalê jî esas bê giritn. Çareserî tenê bi vê gengaz e. Tişta ku me helwest nîşan da û em li ber rabûn ew bû ku vîna xelkê Şengalê tev li vê peymanê nekirin.
Hêzên wan ên parastinê hene, hêza wan a siyasî heye, bi salan e xelkê Şengalê diparêzin. Li hemberî DAIŞ`ê şer kirin û şehîd dan, ji ber wê divê fermî bên naskirin. Divê bibin parçeyekî vê peymanê. Divê parastina gelê xwe dewam bikin.
Em ê di vê mijarê de jî heya dawiyê li cem gelê Şengalê cih bigirin. Em ê li gel YBŞ`ê û hêzên din ên parastinê jî berdewam cihê xwe bigirin.”
Divê her kes bi erka xwe rabe
Mazlûm Ebdî qala girîngiya parastinê kir û destnîşan kir ku parastin bi tenê leşkerî nabe û bal kişand ser girîngiya aboriyê û got: “Dema şer, gelek kes koçber bûn, hinek kesên dewlemend jî çûn derve. Niha erka ku dikeve ser milê wan ew e ku ew jî beşdarî vê pêvajoyê bibin. Banga me ji tevahî Kurdên ku çûne derve re ew e vegerin. Bi taybet ên ku çûne Başûr, Bakur û Tirkiyê, divê vegerin û tev li vê pêvajoyê bibin. Kesên dewlemend jî divê vegerin herêmê, tev li kar û xebatên me bibin û xizmeta gel bikin. Ev erka neteweyî ya her kesî ye.”
2021ʼan hilbijartin gengaz e
Li ser pirsa wê li Bakur û Rojhilatê Sûrî hilbijartin bibin Ebdî weha bersiv da: “Belê rast e, di nêrîna min de êdî dema xebateke wisa hatiye. Salên borî li hin herêman hilbijartin çêbûn. Feqet hindek herêm piştre hatin rizgarkirin, êdî wext hatiye ku li wan deran jî hilbijartin çêbibin. Wek berê li her deverê şer nîne. Ez bawer im ku di sala 2021ʼan de wê derfetekê me ya vê xebatê çêbibe. Ji bo ku gel hîn bêhtir xwedî li rêveberiyên me yên herêman derkeve jî xebateke wisa pêwîst e. Eger Rêveberiya Xweser xebateke wisa bike, wekî komîsyon em ê jî piştevaniya wan bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN