SORGUL ŞÊXO/NUJINHA/HESEKÊ

 

Di sala 1915'an de Ermeniyên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, bi nijadkujiya Osmaniyan re rû bi rû bûn. Gelê Ermen xwe ji xweliya xwe ava kir û ji bo parastina gel, çand û nasnameya xwe têkoşînê didomîne.

Tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan a Ermeniyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingehê parastina gel, çand, dîrok, hebûn û nasnameya gelê Ermen di 2019'an de hat avakirin. Du xwişkên cêwî yên Ermen jî tevlî vê tabûrê bûne.

Angêra Anûş got, dewleta Tirk hebûna xwe li ser tinekirina neteweyên din ava dike:” Ewqasî nijadperest û neteweperest in ku ji derveyî yek al, ziman û olê tiştekî din napejirînin. Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re, wekî jinekê û bi nasnameya xwe ya Ermenî, min xwe da nasîn. Me barê parastina jinên Ermen û tevahiya jinan hilgirte ser milên xwe. Nêviyên Osmaniyan dewleta Tirk çi bikin jî, nikarin vê komkujiyê veşêrin. Jin îro hev du neparêzin, kes ji derve nayê wan naparêze, divê bi vê berpirsiyartiyê jin erk û misyona xwe binasin."

Angêra Anûş bang li Ermenan kir û got, "Wekî jin divê em bikevin ser rêya azadiyê, xwe birêxistin bikin û hêza xwe ya di hundir de bixin xizmeta gel û doza xwe. Niha em cihê xwe di Tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan de digrin, em dibin stûn û bend li hember hemû êrişên li dijî gelê me û herêmê. Em li ku derê dibhîsin Ermen hene, berê xwe didin wir da ku wan nas bikin û ji nû ve birêxistin bikin."

Armanca min bibim xwedî rol

Lûsîn Hagobiyan, cêwiya Angêra jî wiha behsa armanca xwe dike: "Armanca min ew e ku wekî jin di mal û civakê de, bibim xwedî rol û mîsyon. Her wiha di civakê de jî wekheviya di navbera jin û mêr de were misogerkirin.

Malbata me welatparêz û vekirî ye, lê dîsa jî me li hember hişmendiya wan şer kir heta ku gihiştin vê astê. Bi têkoşîna xwe me jiyaneke nû afirand.

Dema ku ez zarok bûm dayika min her digot; dema ku piçûk bûm, min pirr dixwest bibim gerîlayeke jin, li çiya şer bikim û bibim jineke azad. Lê derfetên wê demê nebûn ku ez xewna xwe pêk bînim. Niha jî dema ku ez dibêjim, ez ê di siberojê de bibim gerîlayek û ji bo mafên gelan têbikoşim, dayika min pirr şanaz dibe."

 

Em ê jinan û gelê xwe biparêzin

Lûsîn Hagobiyan bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk daye ser şopa Osmaniyan, hovîtiya ku Osmaniyan dimeşand, niha dewleta Tirk bi nav, rû û alavên din pêk tîne. Ji ber wê ye, îro em di têkoşîna xwe de ji bo parastina vî gelî bi israr in. Çi li Ermenîstanê çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her devera ku Ermen lê hene, êrişên qirkirinê didomin. Li her deverê em amade ne ku jin û gelê xwe biparêzin."