Em li dij tiryakê ne

Şemî 21 Hezîran 2025 - 03:05

Aktîvîstê Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be Helîm Barîn bi lêv kir ku piştî xebatên Platforma Şiyar Be gelek malbatan serî li wan daye û got:"Em dibêjin em li dijî tiryakê li dijî fihûşê, qûmarê, koçberiyê, terîqetên radîkal e. Em berprisyar in ku li dijî hemû êrişên şerê taybet eniya azadiyê û civakî ava bikin."

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be di 26'ê Nîsanê de bi tevlibûna gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî hate avakirin. Platformê, di 14’ê Hezîranê de bi şiara li dijî tiryak û fihûşê “Em civakê biparêzin” li navçeya Peyas a Amedê meş li dar xist û li Parka Rojava kon veda. Li konê ku pankarta “Xwe jehrî neke, kedê bide” hate daliqandin her roj di saet 17.00'an de çalakiyên têkildarê têkoşîna tiryakê tên lidarxistin. Çalakiya ku gelek welatî û saziyên civakî beşdar dibin roja înê bi dawî bû.

Platform dê roja şemiyê saet di 18.00'an de jî bi dirûşma “Em tarîtiyê ronî dikin” ji Xaçerêya Rezanê ya li Taxa Yûnûs Emre heta Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê meşekê li dar bixin û ji bo balê bikişînin ser bikaranîna tiryakê, qûmar û fihûşê dê li Parka Koşûyolûyê kon vedin.

Aktîvîstê Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be Helîm Barîn têkildarî Platformê axivî.

Em li dij tiryakê ne 

Helîm Barîn bi lêv kir ku piştî xebatên Platforma Şiyar Be gelek malbatan serî li wan daye û wiha pê de çû: “Piştî vê xebatê malbatan serî li me dan. Em ji bo hin malbatan matmayî man. Çawa dibe zarokê wan ketiye nava vê torê. Ev mijareke pir hesas e. Hêla wê ya zanîstî ya etîk exlaqî heye mirov nikare kesekî bide deşîfrekirin. Malbatên ku xwe digihînin me dibêjin xebata we dereng dest pê kiriye vê rexneya xwe jî bi mafdarî li me dikin. Dû re dibêjin ka em çawa çareser bikin. Em jî hem rê nîşan didin hem tev li xebatan dikin. Çend malbat di nav xebatên me de cih digirin. Ji ber vê yekê Platforma Şiyar Be ber bi mezinbûnê ve diçe. Tiryak pir belav bûye. Hişbirên ku bikartînin dibe ku cuda be lê gelek kes bikar tînin. Em dibêjin em li dijî tiryakê li dijî fihûşê, qûmarê, koçberiyê, terîqetên radîkal e. Em berprisyar in ku li dijî hemû êrişên şerê taybet eniya azadiyê û civakî ava bikin. Em dixwazin civaka me azad be. Qada avakirina civaka exlaqî û polîtîk e. Em bang li gelê xwe dikin ku tev li vê xebatê bibin. Ciwanên me pêşeroja me ne, em ciwanên xwe biparêzin.”

Dê meşekê li dar bixin

Helîm Barîn da zanîn ku dê şemiyê ji Xaçerêya Rezanê ya li Taxa Yûnûs Emre heta Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê meşekê li dar bixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li Koşûyolûyê çalakiyên hunerî, forûm li dar bixin. Bila gelê me were konê ku em ê vedin bi me re sohbet bikin. Ne hewce ye tenê em li ser tiryakê biaxivin. Em li ser azadiyê jî du peyvan bikin dê li dijî tiryakê xebateke herî bi wate be.”

AW/AMED/FEXREDÎN KILIÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.