Em li ber xwe bidin dagirker wê bişikin

Şemî 26 Mijdar 2022 - 01:40

  • Parastina xaka Sûriyeyê wezîfeya tevahiya gelên Sûriyeyê ye. Gelên herêmê hemû, divê li dijî faşîzmê helwêstê nîşan bidin. Gelên Sûriyeyê divê bi gelên li herêmên Rêveberiya Xweser re bibin yek û li ber êrişan rabin.

MUSTAFA ÇOBAN/ANF/QAMIŞLO

 

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojavayê Kurdistanê axivî.

Çiya Kurd anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide van êrişên xwe yên hovane li dijî her kesî bike û got, "Her kes dibîne ku dewleta Tirk dixwaze van êrişan berfireh bike û fitneyê bixe nava gelan, bi vî rengî jî gelê me îmha bike. Ji ber ku hebûn û destketiyên gelê me li dijî xwe weke gefekê dibîne. Ev rejîma faşîst, hewl dide ku desthilatdariya xwe li ser xwîna gelê me bimeşîne, divê baş zanibe ku wê şensekî xwe yê bi vî rengî nebe. Ji bo şer neqewime, gelekî hewl hate dayîn. Lê belê ji bilî berxwedanê, rêyeke din nema.” 

Çiya Kurd wiha dewam kir: “Dewleta Tirk êdî ketiye pêvajoyeke hilweşînê. Heger em hinekî din li ber xwe bidin, faşîzma Tirk wê bi rengekî dîrokî têk biçe. Ji bo têkçûna xwe binixumîne serî li her rê û rêbaza qirêj dide. Bikaranîna komên mîna Cebhet El-Nûsra û DAIŞ'ê, êrişên bi çekên kîmyewî û wekî din, li her cûre rêbaza qirêj bi kar tîne. Ev şûcê şer e.."

 

DAIŞ´ê vedijînin

Bedran Çiya Kurd li ser kêmbûna helwêsta civaka navneteweyî li dijî êrişên dagirkeiryê jî got, "Helwêsta cîhanê ya li hemberî vê yekê lawaz e, di asta nebûnê de ye. Ev bêdengî, hêz û wêrekiyê dide dewleta Tirk. Destpêkirina şer a li herêmê wê bi kêrî komên terorîst ên mîna DAIŞ û El Nûsrayê bê. Dewleta Tirk hewl dide piştgiriyê bide komên terorîst ên mîna DAIŞ’ê; bi têkbirina hêza ku DAIŞ têk biriye, ew dixwaze rê bide komên terorîst."

 

Dixwazin demografiye biguherînin

Bedran Çiya Kurd bal bire ser niyeta qirkirina Kurdan jî û got, "Êrîş di heman demê de li dijî leşkerên hikûmeta Şamê jî hatin kirin. Gelek leşker hatin kuştin. Ev jî nîşan dide ku ew ti carî yekparebûna Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê naxwazin. 

 

Divê tev gelen Sûriyeyê rabin ser piyan

Tirkiye bi tinekirina jiyana gelên li vê derê wan neçarî koçberiyê dike. Bi vî rengî plan dike ku demografiyê biguherînin. Parastina xaka Sûriyeyê wezîfeya gelên Sûriyeyê bi temamî ye. Gelên herêmê hemû divê li dijî faşîzmê helwêstê nîşan bidin. Gelên Sûriyeyê divê bi gelên li herêmên Rêveberiya Xweser re bibin yek û li ber êrişan rabin.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.