NÎHAL BAYRAM/MAINZ
Li eyaleta Hessenê ya Elmanyayê 14´ê Adarê hilbijartinên cihî hene. Di hilbijartinan de li bajarê Limburgê, Munevver Altinişik a ji Midyadê namzeta meclîsa şaredariya bajêr e.
Li gorî Munevver Altinişik, partiyên weke CDU, SPD, FDP û Partiya Keskan li bajêr xemsar in beramberî pirsgirêkên xelkê bajêr. Ew dibêje, "Ev partî siyasetê li dijî kedkaran û ji bo sermayeyê dikin. Ez ji bo ku zehmetiyên Kurdan îfade bikim, dibim namzet. Weke koçberekê, ez dixwazim di Meclîsa Şaredariyê de mafê koçber û penaberan biparêzim."
- Pirsgirêkên sereke ku Munevver Altinişik heger bê hilbijartin wê derêxe pêş, ev in:
- Pirsgirêkên kirê û peydakirina xaniyan. Nexasim ji bo malbatên xizan peydakirina xaniyên bi kirê yên erzan.
- Qirêjiya hewayê: Projeyên karîger ên li ji bo paqijkirina hewaya bajêr ji bo siheta xelkê bajêr.
- Perwerdehî: Di navbera zarokên malbatên halxweş û zarokên malbatên xizan de newekhevî heye. Ji bo ku ev rewş biguhere ew ê siyasetê bike.
Li bajêr pirsgirêka çûnûhatina giştî heye. - Siyasetên bajêr ên dijberê koçberan û nijadperest hene, ev tehlûkeyeke civakî ye.
Mijareke din a ku Munevver Altinişik bi taybetî pê dadikeve, şideta li dijî jinan e. Ew bi bîr dixe ku di nava 10 salan de şideta li dijî jinan li Elmanyayê du caran li berê zêde bûne: "Ji sedî heştêyê jinên qetilkirî koçber yan jî zarokên koçberan in. Li vî bajarê piçûk yê ez lê, di nava 5 salên bihurî de yek jê Kurd ya din jî Îndonezyayî 2 jin bi destê mêrên xwe hatin kuştin. Ji ber wê jî ez dixwazin di serî de mafên jinên Kurd, mafên jinan hemûyan li bajarê me biparêzim."