Ji bo rûreşkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes daketin meydanan.

Xelkê herêmê, nûnerên partiyan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên sivîl û rêxistinên mirovî û hiqûqî tevlî çalakiyan bûn. Xwepêşandêran dirûşmeyên "Berxwedan jiyan e", "Na ji dagirkeriya Tirk re" û "Em ji vir dernakevin" berz kirin. Li kantona Minbicê xelkê bajêr û gundên derdorê li Çerxerêya El Delo dest bi meşê kirin. 

Li kantona Firatê jî li bajarê Kobanê û gundên derdorê ji Qada Jina Azad a Kobanê dest bi çalakiya xwe kir.

Li kantona Cizîrê jî, xelkê Qamişloyê ji Çerxerêya Sonî, xelkê Amûdê ji Qada Jina Azad, xelkê navçeya Tirbespiyê jî ji pêşiya avahiya Meclisa Gel, li navçeya Çilaxa xelkê ji Çerxerêya El Delê, li navçeya Girkê Legê xelkê ji Çerxerêya Şehîd Xebat û li Dirbêsiyê jî xelkê ji pêşiya Mizgefta Hecî Sultan dest bi çalakiya xwe kir. Hemwextî xwepêşandanan, li kantonên Reqa, Dêrazor û Reqayê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û saziyên civaka sivîl bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûreş kirin û peyama berxwedan dan.

NAVENDA NÛÇEYAN