Em ji bo tevahî jinan şer dikin

Pêncşem 23 Mijdar 2023 - 00:19

Şoreşa Rojava ku yek ji têkoşînên destanî yên Rojhilata Navîn e, çarenûsa ku li jinan hatibû ferzkirin serobino kir û pergaleke nû ava kir. Jinên ku pêşengiya şoreşê kirin, bi têkoşîna xwe ya bêhempa ya li dijî DAIŞ'ê navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsandin. Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rojda Kaxre, Şoreşa Rojava û hedefgirtina pergala nû nirxand. 

Kaxre, anî ziman ku YPJ ji nîsana 2012'an ve li hemberî êrişan ji helwesta xwe tawiz nedaye û got ku YPJ li ser esasê xweparastinê hem di warê rêxistinkirinê hem jî di warê bîrdozî û leşkerî de kûr bûye. Kaxre, diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin hem di dema êrişan de hem jî di xweparastinê de tim li refên pêş in.  Kaxre, destnîşan kir ku YPJ hem di Şoreşa Rojava de hem jî li Kobanê li dijî DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa kiriye û got ku têkoşîna jinan DAIŞ'a ku cîhan jê ditirsiya daye sekinandin: "Cîhan ji DAIŞ'ê, DAIŞ jî jinan ditirsiya." Kaxre, fetwa DAIŞ'ê ku digot "Ger hûn bi destê jinan bên kuştin hûn ê neçin bihuştê" bibîr xist û got:"Jin û azadiya jinan bûbû tirsa wan a herî mezin." Kaxre, anî ziman ku ji ber ku DAIŞ'ê têk birine û şoreşek li dar xistine bûne hedefa Tirkiyeyê û got ku armanca êrişan têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê û jiyana nû ye. 

Em ê bi rihê Zîlanan serkevin

Kaxre, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got:"Tirkiye ne tenê di warê leşkerî de, bi metodên şerê taybet jî êrişî me dike. Li dijî vê tenê ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê li tevahiya Rojhilata Navîn jin têbikoşin. Îro li her derê Rojhilata Navînê şer heye. Li vê xakê ên herî zêde tên kuştin û hedef tên girtin jin in. Tiştên di navbera Îsraîl-Filistînê de mînak in. Em ji jinên ku di van êrişan de hedef tên girtin çi hewce be em ê bikin." 

Kaxre, da zanîn di nava YPJ'ê de heya niha zêdetirî 100 tabûr hene, ew bi feraseta nasnameya jinê têkoşîna xwe didomînin û got ku ev têkoşîn tenê ne ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo tevahiya jinên cîhanê ye. Ji çar aliyan ve êriş li ser jiyana demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Tiştên niha li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî li ber çavan e. Jin tên revandin, rû bi rûyê destdirêjiyê dibin, tên firotin. Ev komkujî ye. Em niha ji bo wan jinan têdikoşin. Me bi têkoşîna xwe DAIŞ'ê têk bir û jin azad kirin. Çawa ku DAIŞ ji Arîn Mîrxanan tirsiya, Tirkiye jî ji Zîlanan ditirse. Wekî jinên ku me mîrateya wan dewr girtiye, em ê têkoşîna xwe bidomînin." 

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.